Daxwaza parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 757'an serî li dozgeriyê dan, lê daxwaz nehat qebûlkirin.

Daxwaza parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din hate redkirin
23 cotmeh, 2018   09:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Fûat Çoşacak ji bo muwekîlê xwe bibînin cara 757'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serlêdan saet 10'an hate kirin û serdozgeriyê jî bi bayê bezê bersiv da û daxwaz red kir.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve 757 car in parêzer dixwazin biçim Îmraliyê, lê bi bahaneyên "rewşa nebaş a hewayê", xerabûna keştiyê", "Rewşa Awarte" û herî dawî jî bi hinceta "Cezayê dîsîplînê" daxwaza wan nayê qebûlkirin.