Jinên Dirbêsiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye

Jinên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku azadiya Ocalan azadiya wan e û tekez kir ku Ocalan bi fikr û felsefeya xwe li dijî desthilatdariyê sekiniye û dê bi ser bikeve.

Jinên Dirbêsiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
23 cotmeh, 2018   09:12

HESEKÊ

Dewleta Tirk zêdetirî 2 salan e tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Têkildarî mijarê jinên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li Bakurê Sûriyeyê, ji ajansa me Hawarê axivîn û tekez kir ku ta azadiya Ocalan dê têkoşînê bidomînin.

Jina bi navê Zozan Mardlî wiha got: "Dewleta Tirk nikare sûdê ji tecrîdê wergire. Ji ber ku fikr û felsefeya Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û bi milyonan kes li ser rêgez û fikrên wî dimeşin. Ocalan bi fikr û felsefeya xwe li dijî cîhanê sekiniye û dê bi ser bikeve."

Zozan destnîşan kir ku bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî îsbat dike ku ew hevkarên tecrîdê ne.

Ji aliyê xwe ve Emel Hemo destnîşan kir ku tenê Ocalan ji bo azadiya jinan û xelasiya wan ji zîhniyeta baviksalariyê tê koşiya û wiha domand: "Em wek jin bi fikr û felsefeya wî ve heta azad bibe girêdayî ne."

Her wiha jina bi navê Zahîde Mihemed tecrîda giran a li dijî Ocalan şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Erdogan bi rêya ferzkirina tecrîdê dê nekare gelê Kurd têk bibe, ji ber ku Ocalan bi rêya fikrên xwe azad e û di nav me de ye."

Di dawiyê de Zahîde tekez kir ku dê asta têkoşînê heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, bilind bikin.

(şx)

ANHA