Cahid Hesen: Rûsya, rêjîm û Tirkiyê li ser çarenûsa çeteyan gotûbêj dikin

Endamê Buroya Rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen got, Rûsya û Rêjîma Sûriyê dizanin ku çarenûsa çeteyên terorîst di destê Tirkiyê de ye, lewre peymana pê re mohr dikin.

Cahid Hesen: Rûsya, rêjîm û Tirkiyê li ser çarenûsa çeteyan gotûbêj dikin
Cahid Hesen: Rûsya, rêjîm û Tirkiyê li ser çarenûsa çeteyan gotûbêj dikin
Cahid Hesen: Rûsya, rêjîm û Tirkiyê li ser çarenûsa çeteyan gotûbêj dikin
Cahid Hesen: Rûsya, rêjîm û Tirkiyê li ser çarenûsa çeteyan gotûbêj dikin
Cahid Hesen: Rûsya, rêjîm û Tirkiyê li ser çarenûsa çeteyan gotûbêj dikin
Cahid Hesen: Rûsya, rêjîm û Tirkiyê li ser çarenûsa çeteyan gotûbêj dikin
Cahid Hesen: Rûsya, rêjîm û Tirkiyê li ser çarenûsa çeteyan gotûbêj dikin
Cahid Hesen: Rûsya, rêjîm û Tirkiyê li ser çarenûsa çeteyan gotûbêj dikin
20 cotmeh, 2018   14:58

MINBIC

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi navê 'Bi danûstandinan re em ê bi pêş bikevin' paneleke li Hola Ciwanan a bajarê Minbicê li dar xist.

Bi dehan endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, endamên Hevbendiya Niştimanî, Partiya Nûjen û Demokratîk, hejmarek şêxên êlan, Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan, cîgera serokê buroya partiyê Fatme El-Şeriq û endamê Buroya Rêveber ê partiyê Cahid Hesen beşdarî panelê bûn.

Panel bi armanca nirxandina danûstandina Sûrî-Sûrî, destûra ku dê were amadekirin û geşedanên dawî li ser asta Sûriyê hate li darxistin.

Gelek nîqaş û nirxandin di panelê de hatinkirin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan bersiva pirsên beşdaran da û got: "Dema xaka Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirk were rizgarkirin wê danûstandin û çareseriya aloziya Sûriyeyê pêkan e."

Têkildarî mijara destûra nû El-Qeftan wiha got: "Em destûrek nû dixwazin ne nûkirin.  Em Sûriyeke ji hemû pêkhateyên wê re, Sûriyek ne navendî û pirrngî dixwazin."

Endamê Buroya Rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Cahid Hesen behsa bûyerên dawî ku li Sûriyê û lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê kir û got: "Rûsya, Rêjîma Sûriyeyê û hevalbendên wan dizanîn ku çarenûsa çeteyan di destê Tirkiyeyê de ye. Ev tişt di peymanên di navbera wan de xuya bû."

Cahid wiha domand: "Li gorî peymana girêdayî (Idlibê) muleta pêkanîna peymanê ji 5 rojan ve xilas bûye. Lê Rûsya muhleta ji Tirkiyê re dirêj kir. Ev ispat dike ku Rûsya dixwaze rêjîm bi rêya lihevkirinan Idlibê bixe bin serweriya xwe. Yan jî Rûsya dê agirê şerê cîhanê ya sêyamîn pêxe."

Di berdewama axaftina xwe de Cahid ev tişt anî ziman: "Hewldanên Tirkiyê yên belavkirina îslama siyasî û dagirkirina tevahî Sûriyê bi ser neket, Erdogan nas kiriye ku ew ne tenê li Sûriyê, lê belê li tevahî Rojhilata Navîn binket, xwest hemam fikrê xwe li Misr belav bike lê li wir jî binn ket. Tirkiyê niha naxwaze çavbirçîbûna xwe li herêmê pê bîne bi qasî ku hewl dide rê li ber belavbûna fikrê netewa demokratîk li Sûriyê û Rojhilata Navîn bigire."

Di dawiyê panelê de cîgera serokê Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê a Minbicê Fatme El-Şeriq rola jin di çareseriya siyasî de bi bîr xist û wiha got: " Bi pêvajoya şoreşê re jin di her qadan de pêşengtiyê dike, bi taybet di qada leşkerî de cihekî girîng girt. Ji ber vê yekê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê teqezî li ser rola jinan û girîngiya beşdarbûna wê di hemû waran de kir, ta avakirina civakeke exlaq û polîtîk."

(şx)

ANHA