Meclisa Malbatên Şehîdan xelata turnovaya Şehîd Hogir wergirt

Tîma Saziya Malbatên Şehîdan xelata turnoveya futbolê ya şehîd Hogir wergirt.

Meclisa Malbatên Şehîdan xelata turnovaya Şehîd Hogir wergirt
20 cotmeh, 2018   13:38

QAMIŞLO

Desteya Ciwan û Werzîşê di 8'ê Îlonê de turnoveya futbolê ya bi navê Şehîd Hogir orgenîze kiribû. Tîmên girêdayî saziyên Rêveberiya Sivîl tev li turnoveyê bîn.

Di 10'ê vê mehê de tornova bi serketina tîma Meclisa Malbatên şehîdan bi dawî bû.

Têkildarî mijarê ajansa Hawarê hevpeyvînek bi endamê Komîteya Amadekar Amed Mihemed re çêkir.

Amed destnîşan kir ku şehîd Hogir Mihemed hezkiriyê futbolê bû ji ber wê navê wî li turnovayê kirin. Ji ber ku şehîd Hogir hertim bang li hevalên xwe dikir ku tîmên futbolê ava bikin.

Amed wiha domand: "Cihê xemginiyê ye ku şehîd Hogir ne di nav me de ye. Ji bo bîranîna wî, me navê şehîd Hogir li tyrnovayê kir."

Amed her wiha diyar kir ku tyrnova di 8'ê Îlonê de bi tevlêbûna10 tîmên girêdayî saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên ewlehiyê destpê kir.

Di berdewam axaftina xwe de Mihemed destnîşan kir ku tîma Meclisa Malbatên şehîdan li hember tîma Hêzên Parastina Civakî 2-1 bi serket. Di dawiya turnovayê de malbata şehîd Hogir hate xelatkirin. Her wiha tîmên di asta yekem û duyem de û baştirîn lîstokvanên turnovayê xelat wergirtin.

Di dawiyê de endamê Komîteya Amadekar ê turnovaya şehîd Hogir Mihemed Amed Mihemed soz da ku ew li ser şopa Hogir û hevalên wî da armancên wan bidgînin serî dimeşin.

Şehîd Hogir Mihemed nûçegihanê ajansa Hawarê bû. Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li gundewarên Dêrazorê de, dema şopandina pênagav Bagera Cizîrê û rizgarkirina sivîlan şehîd dibe.

(şx)

ANHA