Ji malbata şehîd Umer re sersaxî hate xwestin

Şêniyên Reqayê sersaxî ji malbata şervanê QSD‘ê Umer Ibrahîm El-Mihemed re xwestin.

Ji malbata şehîd Umer re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Umer re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Umer re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Umer re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Umer re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Umer re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Umer re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Umer re sersaxî hate xwestin
20 cotmeh, 2018   15:16

REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê, di nav de şervanên QSD‘ê û Hêzên Ewlekaiya Hindirîn û endamên saziyên sivîl serdana konê sersaxiyê yê şervanê QSD‘ê Umer Ibrahîm El-Mihemed kirin.

Konê sersaxiyê li gundê Tiwêla hatibû venda.

Di bin konê sersaxiyê de, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Ji fermandarên QSD‘ê Feysel Ebû Ezîz, Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hindirîn Selahedîn Ehmed, endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulselam El-Ehmed, Rêvebera Mala Jin Xalya El-Kecwan û bi navê meclisên gundewarên bakurê Reqayê Umer Diyab axivîn.

Di axaftinan de, hate gotin ku bi saya fedekriya şehîdan armanî pêk hatiye û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Her wiha kesên axivîne bal kişandin ku bi dehan kes mîna şehîd Umer li eniyan şer dikin da ku armancên wî pêk bînin.

Mersîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Şervanê QSD‘ê Umer Ibrahîm El-Mihemed 15‘ê Cotmehê li Reqayê dema erka xwe pêk di anî şehîd bû.

ANHA