Mehmûd Osman: Pêwîste Kurd hêzên xwe yên xweser esas bigrin

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman bang li gelê Kurdistanê kir ku hêzên xwe yên xweser ji xwe re esas bigrin û got pêwîste lêvegerek hevbeş di rêya lidarxistina Kongreyeke Netewî Kurdistanî were avakirn.

Mehmûd Osman: Pêwîste Kurd hêzên xwe yên xweser esas bigrin
20 cotmeh, 2018   09:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca nirxandina rewşa herêmê û bi taybet rewşa Kurdistanê û ji bo xurtkirina têkiliên di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê serdana siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman, kir.

Şande ji Nûnerê PYD`ê li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb, endamên Komîteya Têkliyên Diplomasî yên nûnertiya PYD`ê li Başûr Mehmûd Reşo, Alan Silîvî û Mustefa Heşrî pêk dihat. Şande ji aliyê siysetmedar Mehmûd Osman ve li buroya xwe ya li Hewlêrê hate pêşwazîkirin.

Mehmûd Osman li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedan û lehegiya gelê Kurd û gelên Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ`ê axivî û teqez kir ku ew ê alîkariya vê tecrûbiyê bike.  

 ‘Pêwîste lêvegereke Kurdistanî were avakirin’

Mehmûd Osman teqez kir ku pêwîste gelê Kurd hêzên xwe yên xweser ji xwe re esas bigrin da ku li dijî êrîşên li ser Kurdistanê têne kirin, bisekinin her wiha pêwîste lêvegereke Kurdistanî were avakirin da ku dozên Kurdan ên heyî çareser bikin.

Mehmûd Osman destnîşan kir ku pêwîste Kurd li hemberî hêzên derve pir hişiyar bin, ji ber ku tecrûbeyên Kurdan di vî aliyê de pir in. Mehmûd Osman hevpeymana El-Cezayir 1975`an bi bîr xist ku çawa bi xwe re êş û zehmetî ji gelê Kurd re anî. Her wiha destnîşan kir ku lihevkirinên derve bi xwe re xeterî li ser pêşeroja Kurdan û berjewendiyên wan tîne.

Mehmûd Osman banga parastina têkiliyên Kurdan bi dewletên herêmî û navdeweletî re kir lê bê ku di mijarên çarenûsî de pişta xwe bidin wan. Mehmûd Osman got pêwîste di navbera hêzên Kurdistanê û cîhanî de guftogo werin lidarxistin da ku gelê Kurd bighêje armancên xwe û mafê xwe yê rewa bidest bixe.

Nakokiyên hundirîn ên Başûr bandorê li rewşa Kurdan dike

Mehmûd Osman destnîşan kir ku di navbera hêzên siyasî ên kurdî li Başûrê Kurdistanê lihevkirin û hevkarî kêm e û bi taybet di navbera YNK û PDK`ê û ev yek di dosya Kerkûkê û Serokatiya Iraqê de eşker diyar bû û wiha dewam kir:” Van nakokiyan bandorekeke neyînî li ser Kurdan û lewazbûna helwestên wan li tevahî Iraqê kir.  Sîstema herdû rêveberiyan li Başûrê Kurdistanê sedema pirsgirêkan e. Ji ber vê yekê em bang li hemû aliyan dikim ku dev ji berjewndiyên xwe yên partî  berdin û li gorî berjewndiyên gelê Kurd bi xebitin.”

Der barê rewşa Kerkûkê Mehmûd Osman destnîşan kir ku rewşa Kerkûkê heta niha tevlîhev e û tiştên ne diyar hene û ev nirxandin kir:”Li wê derê du mesele hene; ya yekemîn ku lêkolînên zelal der barê tiştên ku li wê derê qewimîne were çêkirin û her tişt ji raya giştî re were diyarkirin. A duyemîn bûyerên ku li Kerkûkê çêbûn ji ber hêzên Pêşmerge di bin banê fermandariyek hevbeş tevnegeriyan û li gorî fermanên partiyan dixebitin ji ber wê ewqas bûyer çêbûn.”

‘Pêwîste Kongreyeke Netewî Kurdistanî were lidarxistin’

Mehmûd Osman di axaftina xwe de destnîşan kir ku girînge Kongreyeke Netewî Kurdistanî were lidarxstin û wiha dewam kir:”Ji salên 70 ve gelek kesayet heta niha hene dixwzin vê yêkê pêk bînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mam Celal Telebanî ji wan kesayetan in. Berjewendiyên teng ên partiyan û destweredana Îran û dewleta Tirk lidarxistina kongreya netewî asteng dike.”

Rêgeza biratiya gelan çareseriya doza Kurdî ye

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman di dawiya axaftina xwe de li ser pêşketin û destkeftiyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tecrûbeya Rêveberiya Xwesr a Demokratîk li ser esasê rêgeza  biratiya gelan axivî. Mehmûd Osman teqez kir ku mirov dikare wê tecrûbeyê di çareserkirina dozên herêmê de esas bigrin, her wiha diyar kir ku bi gelê herêmê bi yekitiya xwe dikare li hember hemû hêzên dagirker û sîstemên desthilatdar bisekine û azadî û hemû mafê xwe bidest bixin. 

Di dawiyê de der barê xurtkirina têkliyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan û lidarxistina kongreya netewî, nîqaş hatin kirin.

(bx)

ANHA