Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Rêveberiya Trump stratîjiya Amerîkî li Sûriyê pêk tîne, li gorî vê stratîjiyê hêzên Amerîkî dê li rojhilatê Çemê Firatê bihêle û DAIŞ'ê tine bike, paşê  çareseriya siyasî dest pê bike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
20 cotmeh, 2018   09:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatin çapkirim bal kişandin ser li tevgera Amerîka ya der bare Sûriyê de û civîna li Tirkiyê, her wiha rewşa siyasî li Iraq, Yemen û Filistînê.

El-Şeriq El-Ewset: Washingto amadekariyê nexşeriya stratîjî ji bo Sûriyê dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset têkildarî rewşa Sûriyê û tevegera Rêveberiya Trump a amadekirina neşxeriya xwe li Sûriyê di manşêteke xwe de ev tişt diyar kir: "Çavkaniyekê duh teqez kir ku Serokê Amerîka Donald Trump ji saziyên Amerîkî xwest ku der barê nexşerî û pêkanîna stratîjiya xwe li Sûriyê de pêşniyarên xwe pêşkêş bike. "

Di berdewama nûçeyê de hate gotin, "Stratîjiya heyî, ji mayîna hêzên Amerîkî yên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê, bargeha Tenef a li goşeya sînorê Sûriyê- Iraq û Urdinê bimîne da ku 3 armancên xwe pêk bîne: Tunekirina DAIŞ'ê bi temamî û nehêle careke din derkeve, xelasbûna ji hêzên Îranê û milîsên wê û pêvajoya çareseriya siyasî bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî li gorî  biryara navdewletî ya 2254. "

El-Heyat: Nakokiyên der barê Sûriyê de texmînên ji lutkeya çaralî dixe fikaran

Têkilarî civîna li Tirkiyê ya girêdayî Sûriyê rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Kêmbûna cudahiya nêrînên ewil ên têkildarî Sûriyê di navbera Mosko, Enqere, Berlîn û Parîsê de texmînên ji lutkeya çaralî kêm kir, hate diyarkirin ku civînê de 27'ê vê mehê li Setnbolê were lidarxistin, ev civîn dê piştî serdana Nûnerê Navdewletî yê li Sûriyê Stffan De Mistura ji bo Sûriyê pêk were, ku tê payîn roja çarşema bê ji bo gotûbêjkirina mijara destûra Sûriyê pêk kirin tê, civîna çaralî di heman dema serdana şandeya danûstandinên Sûrî ji bo Sûriyê dê pêk were."

Rojnameya El-Heyat li ser zimanê serokê Şepêla Dewleta Sûrî Lûeyî Hisên ev titş got "Heger ev civîn di destpêka meha derbasbûyî  hatiba lidarxistin, dê Rûsya karîba serkeftinên mezin qezenc bikra, lê piştî ku Amerîka careke din dest li dosyaya Sûriyê wer da, ez texmîn dikim ku hersê welat (Tirkiyê, Fransa û Elmaniya) hinekî bi desteka Amerîka li hemberî Rûsiya bi hêztir be. Hewcedariya Mosko bi vê lutkeyê heye da ku serkeftinan li Sûriyê qezenc bike û bêje ku ew hewl dide xebateke siyasî bimeşîne û ne destkeftiyên taybet pêk tîn."

El-Şeriq El-Ewset: Ebadî îşaret dike ku ew ê erkekî di hikumeta Ebd El-Mihdî de bigre

Girêdayî mihara Iraqê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewsed wiha got: " Serokwezîrê Iraqê yê berê Ebadî agahiyên terikandina xebatên siyasî derewand, di heman demê de îşareta îhtîmala qebûlkirina mîsoyekeê di hikûmeta Adil Ebd El-Mihdî de kir. Ebadî di daxuyaniyekê de diyar kir ku projeya wî ya boka El-Nesir ji bo hemû Iraqiyan e. Her wiha girêdana xwe ya "bi projeya El-Nesir wekî bingeha xebata xwe ya siyasî li Iraqê" ragihand."

El-Ereb: Ebadî heman nêzîkatiyên El-Malikî dûbare dike û mayînan li ser rêiya Adil Ebd El-Mihdî diçîne

"Heyder El-Ebadî ragihand ku hikûmeta nû erkên xwe yên destûr hene ku pêk bîne û diyar kir ku hikûmet projeyên xwe yên razemanî û tifaqên aborî bidomîne, her wiha kesên zane ji bo rêveberiya xebatên wezaretê hildibjêre.

Rojnameyê wiha dewam kir: "Çavdêran hişyariya kirin ku hikûmeta Ebadî ya erka wê bi dawî bûye, di derxistina biryarên çarenûsî an jî sazûmaniyê saziyên dewletê de berdewam bike, her wiha bang li serokkomraê Iraqê Behrem Salih kirin ku bi merasîmeke serokatî van biryarên ne destûrî îbtal bike."

Çavêderkî ji El-Ereb re: "Tişta herî xirab ku em ji van nêzîkatiyan texmîn bikin, çandina mayînan di riya serokwezîr de, da ku erka wî asteng bikin û hêza wî ya rêveberina asiyên dewletê têk bibe, beriya wî El-Makî mîna van nêzîkatiyan dikir niha jî heman tişt têne dûbarekirin."

El-Heyat: Meşa Vegerê ji derveyî lihevkirinan  e û Hemas du daxwaznameyên Misrê qebûl nake

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya El-Heyat diyar kir: "Di çaroveya lihevkirinên di navbera Misr û Hemasê de, şandeya Misrê di hevdîtinekê de ku beriya du rojan li Xezayê pêk hatibû dawaz ji Hemas kir ku rewşa meydan displin bike û windahiyan kêm bike û nêzî  bijminê ku hêza xwe li ser sînor bi cih kirine nebe. Çavkaniyekî Filistînî ji Heyatê de diyar kir ku Hemas du daxwazên şandeya Misrê ne pejirand, yek rawestandina meşan û dûrketina ji sînorê dirêjahiya 500 mîteryî."

El-Şeriq El-Ewset: Trump bi suprayzên peymana serdemê Ebas teşwîq dike

Rojnameyê got: "Serokê Amerîka Donald Trump peyameke bi nûnerê xwe  taybet ji Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re sand, tê de pêşniyar dike ku bi ekîpa xwe ya taybet bi Rojhilata Navîn re li diyalogan veke û dibêje: "Peymana serdemê ya ku rêveberî amade dike, suprayzeke e."

El-Ereb: Reform Mûîn Ebdulmelek napejirîne

Derbarê rewşa Yemenê rojnameya El-Ereb di manşêteke xwe de diyar kir ku gelek hêzên siyasî di serî de Partiya Reform Mûîn Ebdulmelek wekî serokwezîr li pey Ubey Bin Dixir napejirînin.