Li navçeya Til Rifet du civîn hatin lidarxistin

Meclisa Kantona Efrînê bi armanca agahdarkirina gel ji rewşa ku herêm têre derbas dibe,  du civînên ji hev cûda ji şêniyên navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê lidar xistin.

Li navçeya Til Rifet du civîn hatin lidarxistin
Li navçeya Til Rifet du civîn hatin lidarxistin
Li navçeya Til Rifet du civîn hatin lidarxistin
Li navçeya Til Rifet du civîn hatin lidarxistin
20 cotmeh, 2018   09:43

ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrînê rêze civînên xwe bi şêniyên gund û navçeya Efrîn û Şehbayê re dewam dike. Di vê çarçoveyê de du civîn li navçeya Til Rifet hatin lidarxistin.

Civîna yekemîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Paşê endamê Rêveberiya Meclisa navçeya Ehresê Zagros Tolhildan axivî û got hevpeymanên navnetewî û komplo li ser gelên herêmê têne kirin.

Tolhildan wiha dirêjî da axaftina xwe:"Dewletên kapîtalîst pilan dikin ku  komployan bike da ku îradeya gelên berxwedêr ku siyasetên wan qebûl nakin bişkîne. Lê bi rêxistinkirina gelan û bilindkirina asta berxwedanê, wê hemû siyasetên wan têk biçin."

Li ser rewşa Idlibê û hevpeymanên ku tên kirin, Tolhildan da zanîn ku ev hevpeyman demkî ne û xizmeta gelên Sûriyê nake, her dawî herêmeke bê çek hate ava kirin, lê her roj aliyê rêjîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li wan herêman şerê hev dikin.

Zagros Tolhildan ji şêniyên Efrînê xwest ku tekoşîn û berxwedana xwe dewam bikin, ji ber ku Efrîn wê  tenê bi destê gelê wê rizgar bibe.

Tolhildan destnîşan kir ku gelek lîstokên şerê taybet ên dewleta Tirk hene da ku îradeya şêniyên Efrînê bişkîne, ji bo wê divê ku her kes şiyar be û nekevin xefkên şerê taybet.

Di civîna duyemîn de ku hate li darxistin de, endama Meclisa Kantona Efrînê Esmehan Mihemed da zanîn ku hemû pilanên ku li herêmê tê kirin ji bo berjewendiyên dewletên desthildar e.

Esmehan anî ziman ku rêxistinkirina civakê û şiyarbûna wê, wê pilanên dagirkeran werin vala derxistin, divê ku her kes zanibe ku gelê Sûriyê bûye qûrbaniyên siyasetên dewletên desthildar.

Esmehan got Idlib bûye cihê pêkanîna hemû berjewendiyên dewletan, ti êrîş li ser Idlibê pêk nayîn heta ku berjewendiyên dewleta Tirk û Rûsya xilas nebin.

Esmehan ji şêniyên Efrînê xwest ku asta berxwedaniya xwe bilind bikin heta ku dijmin ji xaka wan derkeve.

(jo)

ANHA