ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.10.2018
14 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên navçeya Amûdê serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG‘ê Şervan Amûdê ku dê li gundê Xankê were vedan, bikin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel bêdengiya navdewletî binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Efrînê ku ji beriya 7 mehan pêk tîne, didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevana Ajansa Rojnewsê Şîna Fayiq destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di roja pêkanîna komploya navdewletî de ya li dijî Ocalan û rojnamevanên jin girt û got, ev yek delîlê pêkanîna komployek din li dijî gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê tekez kirin ku berxwedana wan di kampan de berdewam e ta Efrîn ji leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên were rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn El-Xelef diyar kir di çarçoveya xebatên partiyê de dê şahiya salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê li dar bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-TEV-DEM‘ê rêzecivînên nirxandina rewşa siyasî ji şêniyên Efrînê li Şehbayê re didomîne. Bi heman armancê jî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê civîneke tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Tirkiye vekişandina çeteyên xwe ku weke opozîsyona nerm bi nav dike ji devera bê-çek temam dike û di qonaxa dueymîn de jî li gorî hevpeymana wê bi Rûsyayê re dê çeteyên Cebeth El-Nusra jî vekişîne. Hêzên Sûriya Demokratîk pêşveçûna xwe li rojhilatê Firatê didomîne. Ebid El-Muhdî avakirina hikûmeta xwe bilez dike û şerê wergirtina wezaretan di navbera partiyan de dijwar dibe. Erdogan hemleya xwe ya girtinan der heqê Kurdan de zêde dike. (BI WÊNE).

JIN

- Fatma Tio ku Êzidiye û Emîna Hesen ku Ereb e hevalên hev ên 40 salan in, ew bi hev re mezin bûn, şîr dan zarokên hev û ji ber terora çeteyan zarokên xwe bi hev re spartin axê. Emîna û Fatma dibêjin ku her çend bawerî û netewa wan cuda be jî, yek ji wan nebe kar nameşe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Jinan a girêdayî Gerînendeya Aborî ya bajarê Hesekê ji bo pêşxistina asta jinan a aborî û şikandina keysbaziya bazirganan gelek proje ji jinan re vekiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Şopdarên Rojê pêşengeha xwe li navçeya Dirbêsiyê vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesên ku di mîhrecana Osman Sebrî de xelat wergertin diyar kirin ku mîhrecan rê li ber wan vekir da ku berhemên xwe pêşkêş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Çandinî ya kantona Şehbayê hewl dide ku hemû pêwîstiyên cotkaran bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên Aliyan ên girêdayî  navçeya Girkê Legê ji ber xirabbûna riyan bi gilî û gazinc in. Şênî ji bo ku di riyên telef bûne derbas nebin riyek axî ji xwe re vekirin. Ji aliyê xwe ve şaredariyê hewl dide pirsgirêkê beriya zivistanê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî telefbûna mewsima bempo cotkarên Girê Spî ji ber kêm çavkaniyên qûtê bi gazinc in, ji lewra hindek ji wan neçar man pereyan deyn bikin û hejmarek din jî zeviyên xwe bor hiştin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Tebqayê ji ber belavbûna koremişkan li sûka navendî û hin taxên bajêr bi gili û gazinc in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA