Jineke êzidî û jineke misilman û hevaltiya 40 salan

Fatma Tio ku êzidî ye û Emîna Hesen ku Ereb e, hevalên hev ên 40 salan in. Ew bi hev re mezin bûn, şîr dan zarokên hev û ji ber terora çeteyan zarokên xwe bi hev re spartin axê. Emîna û Fatma dibêjin ku her çend bawerî û neteweya wan cuda be jî, yek ji wan nebe kar nameşe. 

Jineke êzidî û jineke misilman û hevaltiya 40 salan
Jineke êzidî û jineke misilman û hevaltiya 40 salan
Jineke êzidî û jineke misilman û hevaltiya 40 salan
14 cotmeh, 2018   06:04

BÊRÎTAN MEDUSA - SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Serêkaniyê ya herêma rojavayê Kurdistanê bi zêdebûna pêkhateyên xwe tê nasîn. Di herêma Serêkaniyê de Kurd (misilman û êzidî), Ereb, Çeçen, Aşûrî, Suryan, Ermen û Çerkez bi hev re dijîn. Bi gotineke din mirov dikare bibêje pirrengiya Rojhilata Navîn hemû di herêma Serêkaniyê de kom bûye.

Yek ji gundên Serêkaniyê yê ku gelê Ereb û êzidî bi hev re lê dijîn jî Til Xenzîr e. Li Til Xenzîr nêzî 150 mal hene. Gund beriya 100 salan ji aliyê gelê Ereb û êzidiyan ve hate avakirin. Destpêkê gund nîv Ereb û nîv jî êzidî bû, gelê êzidî ji ber debara xwe û êrîşên çeteyan ên di sala 2013’an de ji gund derketin. Niha tenê maleke Êzidî li gund maye, ew mal jî mala Fatma Tio û hevjînê wê ye. Fatma û hevjînê xwe tenê mane, 6 zarokên wê hemû zewicîne û ji gund derketine, kurekî wê jî di dema êrîşên çeteyan de di nava leşkerên rejîmê de bû û  di şer de jiyana xwe ji dest da.

Yek ji mînakên jiyana hevpar a gelan jî jiyana Fatma Tio (54) û Emîna Hesen (55) ku Ereb e. Ev 40 sal e hevalên hev in. Piştî ku Fatma ji gundê Til Binat tê gundê Til Xenzîr û li wir dizewice, Emînayê nas dike. Emîna û Fatma dibin hevalên hev û ev 40 sal e bi hev re heval in. 7 zarokên Fatma û 6 zarokên Emînayê çêbûn. Li gel ku Fatma êzidî bû û Emîna jî misilman bû, wan zarokên hev bi şîrê hev mezin kirine.

“Terora” çeteyên DAIŞ`ê dilê her du hevalan jî şewitandiye. Fatma û Emîna bi hev re kurên xwe ji ber êrîşa çeteyan winda kirine û di axa Serêkaniyê de veşartin. Kurê Fatmayê dema leşkerê rejîmê bû ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin û kurê Emînayê jî di nava YPG’ê de di şerê li hemberî çeteyan de şehîd bû. Dema ku çete di sala 2013’an de ketin gundên Serêkaniyê Fatma û Emîna bi hev re ji gund derbasî Serêkaniyê bûn. Fatma û Emîna rojên xweş û nexweş bi hevre derbas kirin.

‘Dema em ne li gel hev bin kar nameşe’

Piştî ku YPG’ê çete ji gundên Serêkaniyê paqij kirin, Emîna û Fatma piştî dûrbûna 4 salan vegeriyan gundê xwe. Fatma û Emîna niha li gund bi hev re dijîn û ew naxwazin ji gundê xwe derkevin. Fatma dibêje ew cîran in, bi hev re dixwin û vedixwin û wiha qala hevaltiya xwe bi Emînayê re dike: “Em her tim bi hev re ne. Em bi hev re alîkar in. Dema ez û Emîna ne li gel hev bin, kar nameşe. Ez naxwazim tu carî ji gund derkevim, ji ber ku ev gund mala min e û gora kurê min li vir e.”

ANHA