Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî

Tirkiye vekişandina çeteyên xwe ku weke opozîsyona nerm bi nav dike ji devera bê-çek temam dike û di qonaxa dueymîn de jî li gorî hevpeymana wê bi Rûsyayê re dê çeteyên Cebeth El-Nusra jî vekişîne. Hêzên Sûriya Demokratîk pêşveçûna xwe li rojhilatê Firatê didomîne. Ebid El-Muhdî avakirina hikûmeta xwe bilez dike û şerê wergirtina wezaretan di navbera partiyan de dijwar dibe. Erdogan hemleya xwe ya girtinan der heqê Kurdan de zêde dike.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî
14 cotmeh, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di vê hefteyê de behsa encamên tîfaqa Rûsiya û Tirkiyeeyê ya derbarê Idlibê, çalakiya siyasî û avakirina hikûmeta Iraqê kirin. Her wiha bal kişandin ser xebatên şandeyê navnetewî yê ji bo Yemenê Martin Griffith ji bo çareserkirina aloziya Yemenê û gelek mijarên din.

El-Qudis El-Erebî: Di pêkanîa hevpeymana Idlibê de vekişandina çekên giran ên opozîsyonê dest pê kir

Rojnameya El-Qudis El-Erebî diyar kir ku pêkanîna hevpeymanê girêdayî rêbaza Heyet Tehrîr El-Şam e ku serkeftin an binkeftina hevpeymanê girêdayî wê ye. Heyet Terîr El-Şam jî helwesta xwe ya redkirin an erêkirina hevpeymanê eşkere nekir. Li gorî çavdêran ev yek li gorî siyaseta Tirkiyeyê ye û di navbera herdu aliyan de di bin maseyê de lihevkirin pêk tên da ku hebûna Enqereyê li herêmê were çespandin.

Şerq El-Ewsat: Hevpeymana Idlibê derbasî qonaxa dijwartir dibe

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa rewşa dawî ya pêkanîna hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de kir û diyar kir ku hevpeymana Soçî ya ji bo avakirina devereke bê-çek li derdora parêzgeha Idlibê derbasî qonaxa duyemîn dibe, nemaze piştî ku qonaxa yekemîn hate bidawîkirin û tabûrên opozîsyonê çekên xwe yên giran ji deverê vekişandin. Li gorî hevpeymana di navbera herdu serokan de Viladîmêr Pûtîn û Receb Tayîp Erdogan divê di qonaxa duyemîn de jî herî zêde heta Duşema bê rêxistinên radîkal vekişin. Ev yek jî beşê herî dijwar ji hevpeymanê ye.

El-Heyat:Şam herêmên tampom topbaran dike û komên çekdar qebûl nakin vekişin

Du roj beriya bidawîbûna muhleta tîfaqa Rûsiya- Tirkiyeyê ku dabpn komên "Terorîst" ku hêzên xwe ji herêmên şer ên Idlibê û derdora vê vekişînin(Bakurê rojavayê Sûriyeyê) li herêmên bê çek a peyvamê tevlihev bûn, hêzên rêjîmê gelek dever topbaran kirin, de heman demê de kesên ji Heyet Terîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) vekişiya ne, gefên mayîna li herêmê davêjin.

Şerq El-Ewsat: Der barê jinûve avakirina Sûriyeyê de cûdahiya Amerîka û Rûsyayê

Rojnameya Şerq El-Ewsat bal kişand ser cûdabûna di navbera Amerîka û Rûsyayê de ya girêdayî mijara jinûve avakirina Sûriyeyê. Rojnameyê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand ku heta hêzên Îranê û yên ku alîkariya xwe ji Îranê werdigirin di Sûriyeyê de hene Waşinton beşdarî xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê nabe. Ev helwesta Amerîka cara yekemîn e siyaseta Waşintonê zelal li hemberî Sûriyeyê tê nîşandan. Pompeo di axaftineke xwe de li pêşiya Enstûtiyeke Cihûyan a ewlehiya netewî ya Amerîka de diyar kir ku rêjîma Beşar El-Esed bi saya Rûsya û Îranê serweriya xwe diçespîne û êdî aloziya Sûriyeyê li ber çerxeriyekê ye. Serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn jî hêviyên xwe anîn ziman ku xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê bi beşdarbûna civaka navnetewî pêk were.

El-Ereb: Amerîka çarenûsa Sûriyeyê bi Îranê ve girê dide

Rojnameya El-Ereb jî got ku Amerîka hewl dide Rûsya, Sûriye û Îranê li hemberî hevkêşiya sifir bihêle û guhertineke bingehîn di stratejiya dewletên rojavayî de li Sûriyeyê ragihand û beşdarbûna dewletên rojavayî di xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê de bi vekişandina Îranê û hevkarên wê ji Sûriyeyê ve girê da.

Rojnameyê da zanîn ku Amerîka li hemberî daxwazên Rûsya yên gava ber bi qonaxa jinûve avakirinê ve derket û dibîne ku vegera 5.6 milyon koçberên li derveyî Sûriyeyê gaveke sereke ji bo pêkhatina aramiyê ye û piştre rê li pêşiya peydakirina çareseriya siyasî were vekirin. Hin dîplomasîkarên dewletên rojavayî diyar dikin ku Şam û Mosko hewl didin serweriya Îranê sînordar bikin.

El-Heyat: QSD'ê di mehekê de 651 DAIŞ'î kuştin 6 bi saxî girtin

Rojnameya El-Heyat behsa qonaxa dawî ya pêngava bagera Cizîrê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di bin navê "şerê tunekirina terorê" de ev mehek e dest pê kiriye. QSD'ê duh di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku wê di mehekê de serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîne û devereke berfireh ji destên DAIŞ'ê rizgar kirine û miqdareke mezin ji çek û cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê desteser kiriye û gelek baregehên wê hilweşandine. QSD'ê da zanîn ku di mehekê de wê 651 DAIŞ'î kuştine û 6 DAIŞ'iyên din jî bi saxî girtine. Her wiha 370 nuqteyên nû bi dest xwe ve anîne û 40 km û gundên  El-Baxoz, El-Şeclê û Mozan rizgar kirine.

Iraq

Der barê mijarên Iraqê û çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta nû de rojnameya El-Heyat şerê wergirtina wezaretan di navbera bilokên siyasî de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebid El-Muhdî avakirina hikûmeta xwe bilez dike û şerê wergirtina wezaretan di navbera partiyan de dijwar dibe."

El-Ereb: El-Esed kesên ji leşkertiyê reviyane efû kirin da ku ji koçberiyê vegerin

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Ereb behsa biryara Efûyê ya serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed kir û got ku kesên ji leşkertiyê reviyane hatine efûkirin û çend meh diyar kirine da ku xwe radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin an jî dê rastî cezayan werin. Nemze yek ji astengî û sedemên sereke ya li pêşiya vegera koçberan e.

Rojnameyê diyar kir ku ev gava nû di çarçoveya daxwazên Rûsyayê de ye da ku rê li pêşiya vegera koçberan veke.

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Heyat behsa êrîşên hêzên Hosî kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyona Erebî tedbîrên mezin digire".Girêdayî mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Ereb behsa xebatên peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya  Yemenê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Griffith di toreyeke nû de hewl dide baweriyê beriya şêwra Londonê ava bike".

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa destpêkirina danûstandinên aştiyê di navbera Filistîn û Îsraîlê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Malikî; ji bo parastina çareseriya du dewletan xebat tên meşandin."

Lubnan

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Ereb behsa çalakiyên siyasî yên avakirina hikûmeta nû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Seed El-Herîrî nikare rêjeya pêşbîniyê ya avakirina hikûmetê bilind bike."

Tirkiye

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb behsa hemleya girtinê ya hikûmeta serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Erdogan hemleya xwe ya girtinan der heqê Kurdan de zêde dike". Rojnameyê diyar kir ku Asayîşa Tirkiyeyê di daxuyaniyeke xwe de diyar kiriye ku 90 kes ji 151 kesên hatine tewanbarkirin girtine û bi endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine tewanbarkirin.

Girêdayî mijareke din a Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Qeterî û Îranî ji daketina lîreyê sûd werdigirin û beravên Bosfor dikirin.