Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka avê çareser dibe

Komîteya Avê ya navçeya Til Hemîsê bi hevkariya Gerînendetiya Giştî ya Avê ya kantona Qamişlo ji bo pêkanîna gelek projeyên xizmetguzarî yên taybet bi avê dixebite da ku pirsgirêka qutkirina avê çareser bike.

Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka avê çareser dibe
Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka avê çareser dibe
Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka avê çareser dibe
Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka avê çareser dibe
8 cotmeh, 2018   10:44

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Piştî ku komên çete di sala 2013`an de serweriya xwe li ser herêma Til Hemîsê ferz kir, stasyona avê ji aliyê wan ve hate xirakirin. Stasyon ji warê xizmetê derket. Ji wan stasyonan yek jî ya Til El-Ehmîr e. Şêniyên wê derê neçar dimînin ku avê ji sarîcên sivîlan bi buhayên zêde bikirin. Her bermîlên avê bi hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê têne firotin.

Gerînendetiya Giştî ya Avê ya kantona Qamişlo bi hevkariya Komîteya Avê ya navçeya Til Hemîsê biryar da ku ji nû ve stasyonên xirabûyî sererast bikin da ku pêwîstyên welatiyên Til Hemîs û bi taybet başûrê navçeyê pêk bînin.

Karê Komîteya Avê di 19`ê Îlonê de dest pê kir. Komîteyê toreyên avê li gundê Naim El-Celad ê rojavayê Til Hemîsê de bi dirêjahiya 3 hezar û 140 metre danîn, her wiha 26 elbeyên belavkirina avê li malên gund belav kirin. Hemû toreyên avê yên stasyona Til El-Ehîmer a girêdayî bajarokê Cezaa sererast kirin û guhertin. Gundên girêdayî bajarê El-Cezaa ev in: Filestîna Rojava, Filestîna Rojhilat, Til Ehîmer, Xirbet Til El-Ehîmer, El-Zerqa, El-Beşo, El-Xilîfo, Rebîda, El-Bekariye, El-Şare û Şaret Ebû Cerî ne.

Komîteya Avê li navçeya Til Hemîsê xeta sereke ya gundê El-Xelîfo bi dirêjahiya 200 metre sererast kir. Xeta gundê El-Zerqa bi dirêjahiya 476 metre û 200 metre yên gundê El-Beşo sererast kir. Her wiha bîra El-Bekariye ji nû ve kete ber xizmetê û hemû cihên xirabûyî yên gundên din sererast kirin.

Hevserokê Komîteya Avê ya Til Hemîsê Taha Hec Hisên got wan li navçeya Til Hemîsê toreyên avê yên gundê Naim El-Celad bi dirêjehiya 3 hezar û 140 metre danîn û 26 sindoqên belavkirina avê danîn.

Taha Hec Hisên destnîşan kir ku wan stasyona Til El-Ehmîr sererast kir da ku avê ji şêniyan re peyda bikin û pêwîstiya wan pêk bînin. Ji ber ku ew stasyon avê dide 11 gundên bajarokê El-Cezaayê.

(bx) 

ANHA