Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê: Şerê li dijî DAIŞ'ê bi dawî nebûye

Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Gavin Williamson got ku şerê li dijî DAIŞ'ê bi tu rêbazan bi dawî nebûye. Hêzên ezmanî yên qraltiya Brîtanyayê aşkera kir ku di meha borî de xebatên zêde li Sûriye û Iraqê hatine meşandin.

Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê: Şerê li dijî DAIŞ'ê bi dawî nebûye
8 cotmeh, 2018   10:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Telegraph ragihand ku Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê şevê din aşkera kir ku hêzên ezmanî yên Brîtanyayê hejmareke baregeh û tunelên çeteyên DAIŞ'ê di meha Îlonê de rûxandine.

Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Gavin Williamson wiha got: "Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bi tu rêbazan bi dawî nebûye. Divê em parastina gelê xwe û hevkarên xwe bidomînin da ku bîrdoziya DAIŞ'ê ya jehrî di kolanên bajarên me de belav nebe. Êrîşên li dijî DAIŞ'ê dê bêne domandin, ji ber ku aşkera gefan li ewlehiya neteweyî û navneteweyî dixwe."

Rojnameya The Telegraph diyar kir ku DAIŞ'ê gelek herêmên Sûriye û Iraqê ku dagir kirine winda kirin û nêzî 50 hezar çeteyên xwe ji sala 2014'an ve winda kirin û guman e niha hejmara çeteyan nêzî 2 hezar kes in.

Williamson hişyarî da ku divê Brîtanya ji bo şerekî paşerojê li dijî DAIŞ'ê amadekariya xwe bike, eger bi temamî di Sûriyeyê de nehat tunekirin.

Li gorî rojnameyê êrîşên ezmanî yên Brîtanyayê di van hefteyên borî de li dijî baregehên DAIŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê zêde bûne.