Li Reqayê dewreyeke nû ji şervanên QSD'ê re hate vekirin

Lîwa Şehîd Elî El-Iraqî ya girêdayî QSD'ê dewreyeke perwerdeyê bi navê Dewreya Şehîd Hêlîn Reqa ji 3 focên leşkerî re vekir.

Li Reqayê dewreyeke nû ji şervanên QSD'ê re hate vekirin
8 cotmeh, 2018   10:39

REQA

Di merasîma vekirina dewreyê de, rûspî û serekên herêmê, endam û nûnerên meclisên bajêr û fermandarên QSD'ê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê şervanên QSD'ê toraneke leşkerî li dar xist.

Paşê ji fermandarên QSD'ê Kendal Efrîn axivî û şervanên QSD'ê li eniyên şer silav kirin û wiha got: "Em di merheleyeke hesas re derbas dibin bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê re em ê merheleyeke nû bidin destpêkirin û em ê lîwayê duyemîn li bajêr ragihînin.”

Dewre dê 45 rojan berdewam bike.

(jo)

ANHA