Şêniyên Efrînê: Berxwedana me li dijî qirkirinê didome

Şêniyên Efrînê yên ku neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, destnîşan kir ku dewleta dagirker a Tirk qirkirina gelê Efrînê armanc dike. Her wiha tekez kir berxwedana wan li dijî qirkirinê dewam dike.

Şêniyên Efrînê: Berxwedana me li dijî qirkirinê didome
4 cotmeh, 2018   07:37

CEFER CAFO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ku di encama êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê di 20'ê Çileyê û heta 18'ê Adarê de neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Ehmed Mihemed diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber tirsa xwe ji projeya demokratîk êrîşî Efrînê kir û wiha axivî: “Ev êrîş komployeke navdewletî bû. Gelek dewletên zordest wekî Rûsyayê bi armanca şikandina vîna gelan tê de beşdar bûn. Lê em soza berdewamkirina berxwedanê dubare dikin. Heta rizgarkirina Efrînê em li Şehbayê ne.”  

Zinar Elûş îşaret bi erêkirina navdewletî kir û wiha got: “Bikaranîna artêşa Tirk hemû hêza xwe û çeteyan di êrîşa xwe li ser Efrînê de xuya dike ev êrîş bi erêkirina navdewletî di serî de erêkirina Rûsyayê pêk hat. Artêşa Tirk rêgeza qirkirina gelên Efrînê bi cih tîne. Ew jî piştî bicihkirina şêniyên Xûtayê li Efrînê tekez bû.”

Reşîd Gulşen jî ev tişt anîn ziman: “Civaka navdewletî haya xwe û destê xwe di van êrîşan de hebû. Xwestin bi planên xwe gelê Efrînê qir bikin û hovanetirîn komkujî der heqê me de pêk anîn. Lê heta rizgarkirina Efrînê em ê rêya berxwedanê bidomînin.”

(şx)

ANHA