Xebatên Mala Kooperatîfan a Şedadê

Mala Kooperatîfan a Şedadê, bi armanca bilindkirina asta aboriya şêniyên navçeyê gelek proje bi cih anîn.

Xebatên Mala Kooperatîfan a Şedadê
Xebatên Mala Kooperatîfan a Şedadê
4 cotmeh, 2018   07:28

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Bi armanca peydakirina pêwîstiyên bingehîn ên civakê û pêşxistina aboriye herêmê, Mala Kooperatîfan a Şedadê ya ku kooperatîfên herêma Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê birêxistin dike, gelek proje bi cih anîn.

Di 1'ê Mijdara 2017'an de Mala Kooperatîfan hate vekirin. Ji destpêka vekirina kooperatîfê ve, gelek proje bi cih anîne. Jê firinek li ser bingeha koopereratîfan vekir. Projeya jenetora kehrebeyê li gundên El-Reşîdiye û Serab ku 6 malbat şirîkên hev in, projeya kargeha xwê ya ku dikeve gundê El-Reşdiyê û her wiha werşeya dirûtinê ku 50 kes tê de şirîk in, vekirin.

Her wiha kooperatîfê niha gelek projeyan nîqaş dike, jê projeya hola înternetê ku tê de 50 kes şirîk in û projeya zeviyên çandiniyê bi rûbera 50 donim û tê de 5 malbat şirîk in.

Têkildarî mijarê endama rêveber a kooperatîfê Hena Ehmed destnîşan kir ku armanc ji vekirina kooperatîfê ew e ku pêwîstiyên welatiyan peyda bike û aboriya navçeyê bi pêş bixe.  Hena anî ziman ku di dema DAIŞ`ê de rola şêniyan hatibû paşguhkirin.

Hena bi lêv kir ku niha ew du projeyan; projeya hola înternetê û projeya zeviyên çandiniyê nîqaş dikin.

Di dawiyê de Hena Ehmed bang li şêniyan kir ku projeyên xwe bi armanca xizmeta herêmê pêşniyar bikin. Hena destnîşan kir ku ew amade ne hevkariya şêniyan bikin û alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA