Şêniyên Til Hemîsê der barê bîra petrolê de bi gazinc in

Şêniyên gundên rojavayê navçeya Til Hemîsê, ji ber pirsgirêka bîra petrolê ku xetereyeke mezin li ser wan û hawîrdorê çêdike, zehmetiyan dikişînin. Heta niha Şaredariya Gel a navçeyê soza ku di 2'yê Tebaxê de ji bo çareserkirina pirsgirêkê dabû, bi cih neaniye.

Şêniyên Til Hemîsê der barê bîra petrolê de bi gazinc in
Şêniyên Til Hemîsê der barê bîra petrolê de bi gazinc in
Şêniyên Til Hemîsê der barê bîra petrolê de bi gazinc in
Şêniyên Til Hemîsê der barê bîra petrolê de bi gazinc in
Şêniyên Til Hemîsê der barê bîra petrolê de bi gazinc in
Şêniyên Til Hemîsê der barê bîra petrolê de bi gazinc in
4 cotmeh, 2018   07:40

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Şêniyên gundên Til Lehem û Im El-Rûs ên ku bi 15 km dikevin rojavayê navçeya Til Hemîsê, ji çend salan ve ji ber bêhna genî ya bîra petrolê ku nêzî wan gundan e, bi gilî û gazinc in. Lê heta niha Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê soza çareserkirina pirsgirêkê bi cih neaniye. Şênî ji ber mezinbûna vê pirsgirêkê ditirsin ku kerastek li herêmê pêk were.

Şêniyan tekez kir ku bîr pirsgirêkeke cidî ye û li ser herêmê xetereyek e. Her wiha ditirsin ku zarokên wan bikevin bîrê yan jî dema pê bilîzin xwe bişewitînin. Her wiha ji ber ku bîr nêzî çêregeha sewalan e, metirsiyên şêniyan der barê sewalan xwe de jî hene.

Derengmayîn encamêm neyînî zêde dike

Şêniyên her du gundan di nav metirsiyên xwe de li benda şaredariyê ne da ku pirsgirêkê çareser bike û rê li ber zêdekirina qirêjbûna hawîrdorê li herêmê bigire. Şêniyan da zanîn ku ev pirsgirêk beriya 6 salan derketiye holê. Komên çete wekî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam da ku sûdê ji bîrê wergirin ev bîr kolandin lê bê feyde man û bîr wiha hiştin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ehmed El-Xidir ê ji gundê Til Lehem wiha axivî: "2 mihên min ketin bîrê, min hewl da wan xilas bikim lê ez jî ketim bîrê, mirovek dema ku di ber bîrê re derbas dibû ez û mih ji bîrê derxistin."

Her wiha beriya du rojan hejmareke ji pez ket bîrê û zirareke madî bi xwediyê wan bû.

Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a navçeyê soz da ku di demeke nêz de dê pirsgirêkê çareser bike.

(şx)

ANHA