Li Reqayê 9 hilmijên avê hatin aktîfkirin

Komîteya Avê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê 9 hilmijên klorê aktîf kirin. Ev hilmij ava vexwarinê pak dikin û bi rêjeya 9 hezar metrekabik di saetekê de avê dighînin bajarê Reqayê û gundewarên wê. Her wiha ji bo aktîfkirina hilmija bîra El-Heşim a gundewarên rojava xebat têne meşandin.

Li Reqayê 9 hilmijên avê hatin aktîfkirin
Li Reqayê 9 hilmijên avê hatin aktîfkirin
Li Reqayê 9 hilmijên avê hatin aktîfkirin
Li Reqayê 9 hilmijên avê hatin aktîfkirin
Li Reqayê 9 hilmijên avê hatin aktîfkirin
Li Reqayê 9 hilmijên avê hatin aktîfkirin
Li Reqayê 9 hilmijên avê hatin aktîfkirin
Li Reqayê 9 hilmijên avê hatin aktîfkirin
4 cotmeh, 2018   07:27

REQA

Komîteya Avê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê 9 hilmijên klorê ku avê pak dikin aktîf kirin û li gel 3 hilmijên berê xebitandin. Ev hilmij avê ji mîkrob û qirêjê pak dikin û di her saetekê de 63 lîtreyên klorê ji hemû hilmijan re tê xerckirin. Rojane hemû stasyon bi rêjeya 9 hezar metre sê goşe av diavêje gundewarên rojhilat û rojava. Jê 3 hezar metrekabik ji gundewarên rojhilat û rojava û 6 hezar ji bajêr re.

Gerînendeyê Daîreya Avê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebdo Abdulqadêr têkildarî mijarê wiha got: "Piştî ku 3 hilmij berê dixebitîn ku têra pêwîstiya bajar û gundewarên wê ji ava vexwarinê peyda nedikir. Ji bo xebitandina 9 hilmijhên sereke yên ku ava vexwarinê pak dikin em xebitîn. Niha hilmij 24 saetan dixebitin û ava vexwarinê ya pak ji şêniyan re peyda dibe."

Her wiha Abdulqadêr tekez kir ku ew ji bo aktîfkirina hilmija bîra El-Heşim a gundewarên rojava ku avê bi rêjaya ji sedî 60 digihîne gundewarên rojava, xebatan didin meşandin.

(şx)

ANHA