Şêniyên Amûdê: Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e

Bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi yekdengî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê bi meşeke navendî şermezar kirin û dirûşma ‘Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e’ berz kirin.

Şêniyên Amûdê: Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e
Şêniyên Amûdê: Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e
Şêniyên Amûdê: Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e
Şêniyên Amûdê: Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e
Şêniyên Amûdê: Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e
Şêniyên Amûdê: Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e
26 îlon, 2018   10:55

QAMIŞLO

Di 20`ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker êrîşî kantona  Efrînê kir. Dagirkeriya dewleta Tirk hemû şêwazên qirejî li ser welatiyên Efrînê meşandin.

Şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê saet di 11.00’an de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê meşek bi tevlêbûna bi hezaran kesan li dar xist. Meş li Qada Şehîd Cîhad dest pê kir. Beriya meşê şêniyên navçeya Amûdê dikanên xwe girtin û tev li meşê bûn.

Meş ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk, HPC/HPC-Jin ve hate parastin.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, ala TEV-DEM, Kongreya Star, YCR/YJR û çiqilên darên zeytûnê ku bûne nîşana Berxwedana Serdemê û pankartên ‘Efrîn kela berxwedanê ye’ hilgirtin.

Meşvan ber bi Navenda Ciwanên Amûdê ve meşiyan. Li wir meş vegûherî mitîngê. Mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.

‘Berjewendiyên dewletan pêşî li mirovahiyê digirin’

Hevserokê Meclîsa Amûde Abdullah Ibrahîm Ehmed axivî û got:“Em Berxwedana Serdemê silav dikin û dagirkeriya dewleta Tirk jî şermezar dikin. Li dijî hemû teknîka pêşketî berxwedaneke dîrokî li Efrînê tê meşandin û nivîsandin. Vîna gelê Kurd tu carî bi teknîka pêşketî nayê şikandin. Mînaka wê jî di berxwedana Efrînê de tê xuyakirin. Dagirkeriya dewleta Tirk armanc dike ku çeteyên li Idlibê derbasî herêma Efrînê bike. Li dijî wan planan jî hêzên navneteweyî bêdengiya xwe bi her awayî diparêzin. Berjewendiyên dewletan pêşî li mirovahiyê digirin. Divê hemû dewlet li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker helwestên xwe nîşan bidin.”

Mitîng bi siloganên ‘Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Her der Efrîn her der berxwedan’ bi dawî bû.

(mk-ch/kc)

ANHA