Ji ber siyasetên Erdogan aboriya Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve diçe

Moody's ragihand ku navenda geşbûnan a derhatinên bankeyan bi pereyên biyanî li Tirkiyeyê ji B1 daxist B2 û piştrast kir ku ev biryar bandorê li babetkirina geşbûnê ya niha li Tirkiyeyê ya Ba3 nake.

Ji ber siyasetên Erdogan aboriya Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve diçe
26 îlon, 2018   10:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Moody'sê destnîşan kir ku sedema daxistina wê ya babetkirina navenda derhatinên bankeyan ên demdirêj li Tirkiyeyê ji B1 heta B2 hişt ku metirsiyên destwerdana hikumetê ji bo qedexekirina derxistina krediyan bi pereyên biyanî zêde kir.

Ev biryara Moody'sê piştî ku Tirkiyeyê baca li ser wergirtina krediyên bankan bi lîreyê kêm kir ku ev bêtirî salekê ye hatiye derengxistin, pêk tê. Her wiha asta bacan li ser krediyên bi pereyên biyanî bilind kir, ev yek rewşa lawaz a li Tirkiyeyê nîşan dide û aboriyê ber bi hilweşînê ve dibe û astengiyên li pêşiya welatiyan zêde dibin.

Di Tebaxa borî de jî Moody's rastî kêmkirinê ji Ba2 ber bi Ba3 ve hat û hişt ku rewşa geşbûnê rastî neyîniyan were.

Bilindkirina bacên li ser krediyên bi pereyên biyanî ku derengxistina wê salek derbas kiriye, li şûna ji sedî 15, gihaşt asta ji sedî 16'an.