‘Divê rûspiyên herêmê li dora QSD'ê kom bibin’

Şêniyên navçeya Til Berakê sersaxî ji malbata şehîd Mezlûm re xwest ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbû û destnîşan kir ku divê hemû rûspiyên herêmê li derdora QSD'ê kom bibin da ku li herêmê ewlehî pêk were.

‘Divê rûspiyên herêmê li dora QSD'ê kom bibin’
‘Divê rûspiyên herêmê li dora QSD'ê kom bibin’
‘Divê rûspiyên herêmê li dora QSD'ê kom bibin’
26 îlon, 2018   11:18

QAMIŞLO

Îro welatiyên navçeya Til Berak, rûspiyên navçeyê û endamên saziyan berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê QSD'ê Îbrahîm El-Felûh (Mezlûm) ku 23'yê Îlonê di hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundên Dêrezorê de şehîd bûbû.

Welatiyên ku beşdarî merasîma sersaxiyê bûn, destnîşan kirin ku şêniyên herêmê lehengiyeke mezin di parastina welatê xwe de pêk anî û got ku her kesî berê xwe da eniyên şer û li dijî çeteyan parastina bajarê xwe kir.

Welatiyan da zanîn ku divê hemû ciwan beşdarî parastina welatê xwe bibin û girîng e ku rûspiyên herêmê li derdora QSD'ê kom bibin.

(jo)

ANHA