Xebatên avakirina goristana şehîdan a Minbicê di qonaxa dawîn de ne

Piştî xebatên salekê yên restorekirin û avakirina goristana şehîdan a bajarê Minbicê, Saziya Malbatên Şehîdan dê goristanê di demeke nêz de veke.

Xebatên avakirina goristana şehîdan a Minbicê di qonaxa dawîn de ne
Xebatên avakirina goristana şehîdan a Minbicê di qonaxa dawîn de ne
Xebatên avakirina goristana şehîdan a Minbicê di qonaxa dawîn de ne
Xebatên avakirina goristana şehîdan a Minbicê di qonaxa dawîn de ne
Xebatên avakirina goristana şehîdan a Minbicê di qonaxa dawîn de ne
26 îlon, 2018   09:38

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê di 1`ê Tebaxa sala borî de dest bi avakirina goristana şehîdan a bajêr kir. Destpêkê saziyê xebatên avakirina sûrên goristanê, derî û derdora gorên şehîdan meşandin.

Her wiha werşeya kar qada torena leşkerî û holek ji bo pêşkêşkirina eserên şehîdan amade kirin.

Her wiha dê gelek hewzên ji bo çandina kulîlkan bêne amadekirin.

Lêçûna xebatên avakirina goristanê gihaşt 100 milyon lîreyên Sûriyeyê.

Werşeya kar ji 15 karkeran pêk tê. Tê payîn ku di dawiya meha bê de werşe xebatên xwe bi dawî bike. Tevî wê jî lê endamên Saziya Malbatên Şehîdan û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest bi paqijkirina goristanê ji bermahiyên kar kir.

Têkildarî mijarê endezyarê bi navê Ibrahîm El-Elî berpirsê xebatên avakirin û restorekirina goristanê got ku xebat di qonaxên dawîn de ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku xwîna şehîdên ku bi saya wan em ji terorê xilas bûn û em li vir disekinin pîroz e, em hewl didin bi hemû hêza xwe vê xebatê bi ser bixin.”

Goristana Şehîdan a Minbicê cenazeyên şervanên şehîdên Minbicê ku di parastina wê û herêmên Bakurê Sûriyeyê de şehîd bûne, hembêz dike.

(şx)

ANHA