Gerînendetiya Çandiniyê xebatên sererastkirina pompên avê didomîne

Gerînendetiya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê xebatên sererastkirin û restorekirina pompa avê ya El-Widyan didomîne.

Gerînendetiya Çandiniyê xebatên sererastkirina pompên avê didomîne
Gerînendetiya Çandiniyê xebatên sererastkirina pompên avê didomîne
Gerînendetiya Çandiniyê xebatên sererastkirina pompên avê didomîne
Gerînendetiya Çandiniyê xebatên sererastkirina pompên avê didomîne
Gerînendetiya Çandiniyê xebatên sererastkirina pompên avê didomîne
26 îlon, 2018   09:24

UDEYÎ EL-EHMED / TEBQA

Beriya derxistina DAIŞ`ê ji herêmê ji aliyê şervanên QSD`ê ve beriya sal û nîvekê, çeteyan stasyona pompa avê ya El-Widyan talan kir. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket û bandoreke neyînî li cotkaran kir û çandinî di sala borî de rawestî. Stasyon bi 20 km dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê.

Li gorî hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê Xalid El-Esker, werşeyên fenî yên girêdayî gerînendeyê beriya du mehan ve û bi hevkariya yek ji rêxistinên ku li herêmê dixebitin dest bi xebatên sererastkirinê kirine. Ev xebat piştî ku tîmên endezî mayinên ku çeteyan li stasyonê û derdora wê çandibûn paqij kirin, pêk hat.

Stasyona El-Widyan ji 12 pompan pêk tê. Her wiha ava avdanê ji bo nêzî hezar û 650 hektar zevî li gundên Himarîn, Biyûd, El-Fetîh û El-Widyan peyda dike.

Stasyon bi mekanîzmayeke koordînekirî dixebite. Avê ji qenayek şaxî ji kanala El-Yemamê ya sereke li rojhilatê Tebqayê dikişîne. Firehiya kanalê 12 metre û ya sereke 20 metre ye.

Li herêma Tebqayê 4 stasyon hene; stasyona El-Siwêdiyê ku hezar û 52 hektar erd av dide, El-Widyan û her du stasyonên El-Cirniyê yên derveyî xizmetê.

(şx)

ANHA