Îsraîlê belgeyek li dijî UNRWA’yê pêşkêş kir

Îsraîlê belgeyek li dijî UNRWA’yê pêşkêş kir û tê de hincetên ji bo têkbirina doza koçberên Filistînê rêz dike.

Îsraîlê belgeyek li dijî UNRWA’yê pêşkêş kir
26 îlon, 2018   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Îsraîl Huyom belgeyeke siyasî ku Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê beriya çend rojan amade kiriye, aşkera kir. Di belgeyê de hincetên ji bo têkbirina doza koçberên Filistînê hatine rêzkirin.

Kanala RT diyar kir ku di belgeyê de Îsraîl hebûna 5 milyon koçberên Filistînê înkar dike û ev jî dozeke sereke di danûstandinên bi aliyê Filistînî re ye. Her wiha diyar dike ku têgeha "Koçberên Filistînê" gotineke sexte ye û li ser koçberên rasteqîn ên cîhanê zilmkariyek e û got ku koçberên li Urdunê dijîn, divê li wir bimînin.

Li gorî belgeyê li şûna alîkariya civakî, UNRWA (Ajansa Alîkariyê ji bo Koçberên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî) aloziyê dijwartir dike û sextekariyê di hejmara koçberan de dike û mafê hebûnê yê Îsraîlê sînordar dike. Her wiha têkiliyên wê bi Hemas re.

Di belgeyê de wiha tê gotin: "UNRWA rewşa koçberan mayînde dike û aloziyê kûrtir dike. Hejmareke biçûk ji filistîniyan mercên koçberiyê tê de peyda dibin û tenê çend hezar ji giştî 5.3 milyon kesên li ba UNRWA wek koçber hatine qeydkirin."

Di belgeyê de wiha tê domandin: "Bi zêdekirina hejmara koçberên qeydkirî, UNRWA mafê vegerê diparêze û ev jî gotineke ji bo hilweşandina Îsraîlê ye."

Di belgeyê de tê destnîşankirin ku mafê vegerê ku Netewên Yekbûyî bi hejmara 194’an erê kiriye wek biryarên Konseya Giştî yên din e û serweriyeke wê ya qanûnî tune ye.