Li kampa Eyn Îsa yekem navenda Meclisa Ciwanan Sûriyê hate vekirin

Meclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk duh li Kampa Eyn Îsa navendeke xwe vekir.

Li kampa Eyn Îsa yekem navenda Meclisa Ciwanan Sûriyê hate vekirin
Li kampa Eyn Îsa yekem navenda Meclisa Ciwanan Sûriyê hate vekirin
Li kampa Eyn Îsa yekem navenda Meclisa Ciwanan Sûriyê hate vekirin
Li kampa Eyn Îsa yekem navenda Meclisa Ciwanan Sûriyê hate vekirin
Li kampa Eyn Îsa yekem navenda Meclisa Ciwanan Sûriyê hate vekirin
Li kampa Eyn Îsa yekem navenda Meclisa Ciwanan Sûriyê hate vekirin
26 îlon, 2018   08:57

GIRÊ SPÎ

Meclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk dest bi vekirina navendên ciwanan li gelek kampên Bakurê Sûriyeyê kir. Di vê çarçoveyê de, yekem navend li kampa Eyn Îsa hate vekirin.

Merasîma vekirina navendê li kampê hate lidarxistin. Nûnerên Meclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk, endamên navenda ciwanan a navçeya Eyn îsa, Meclisa Sivîl a Reqayê û nûnerên meclis û komîteyên li navçeyê û gundewarên wê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de bi navê Meclisa MSD`ê Şêx Esed El-Beşîr, Meclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk Ehmed El-Salim, Meclisa Sivîl a Reqayê Îbrahîm El-Necim û navenda ciwanên navçeya Eyn Îsa Newar Ecîl axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina navenda meclisa ciwanan hate pîrozkirin û heta destnîşankirin ku rola ciwanan di avakirina civakeke demokratîk û azad de sereke ye her wiha bang li ciwanên li dervî welat hate kirin ku li bajarê xwe vegerin û civakê bi serkêşiya ciwanan ava bikin.

Paşê deriyê navendê ji aliyê Şêx Esad El-Beşîr ve hate vekirin.

Merasîma vekirina navendê bi xelekên dîlanan bidawî bû.

Di navendê de dê gelek çalakiyên li kampê mîna dewreyên perwerdeyê, avakirina tîmên werzîşê, lidarxistina semîneran û pêşkêşkirina şano û çalakiyên hunerî  werin lidarxistin.

Kamp li kampên Hol, Tebqa û Minbicê wê werin vekirin.

Hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk Yûsif Xilewî ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Xelewî destnîşan kir ku yekem navenda ciwanan li kampa Eyn Îsa hate vekirin û diyar kir ku armanca wan ku xwe bighînin ciwanên hemû kampên Bakurê Sûriyeyê.

Xilewî destnîşan kir ku Meclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk hewl dide projeya avakirina meclisên ciwanan li kampên Bakrê Sûriyeyê di demên pêşde firehtir bike.

(bx)

ANHA