Rêveberiya Xweser bi kurdên li Lubnanê re civiya

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Bedran Çiya Kurd bi armanca nirxandina geşedanên siyasî li ser asta Sûriyeyê bi kurdên li Lubnanê jiyan dikin civiya.

Rêveberiya Xweser bi kurdên li Lubnanê re civiya
24 îlon, 2018   13:38

BEYTÛT

Civîn li hola Cemîla ya herêma Cenah a paytexta Lubnan Beyrûtê hate lidarxistin.

Cihê civînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û al û sembolên Kurdî hatibû xemilandin.

Bi dehan kes di civînê de amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Şêwirmendên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Bedran Çiya Kurd bi xêrhatina beşdaran kir û rûdanên li ser asta Sûriyeyê nirxand.

Çiya Kurd got, Rûsya û rêjîma Sûriyeyê piştî ku dosyaya başûrê Sûriyeyê bi dawî kirin, berê xwe dane parêzgeha Idlibê, lihevkirinên li ser parêzgehê didomin, herî dawî tîfaqa avakirina herêmeke bêçek e.

Çiya Kurd tekez kir ku dewleta Tirk çeteyên xwe yên li Idlibê bi cih kirine diparêze, lewra nahêle Rûs êrîşan li dijî wan pêk bîne û wiha domand: "Tirkiyê hewl dide Rûsya îqna bike da ku formek peyda bikin ku li dijî QSD‘ê êrîşan pêk bînin."

Bedran Çiya Kurd, bal kişand li ser helwesta û got, armanca sereke ya Amerîkayê hebûna Îran li Sûriyeyê tune bike.î

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de got: "Berxwedana Efrînê bi saya şervanên YPG û YPJ‘ê wê bi serkeve, berxwedana me ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berdewam e û Efrîn wê biserkeve."

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

ANHA