YRA‘yê bi rojnamevanên Reqayê re civiya

Îro Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi armanca pênasekirina yekitiyê û rojnamevanên re Reqayê civiya.

YRA‘yê bi rojnamevanên Reqayê re civiya
24 îlon, 2018   14:19

REQA

Civîn bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê li hola civînan a bajarê Reqayê pêk hat. Gelek rojnamevan ji çapemeniyên ragihandinê ku li Reqayê dixebitin weke Ajansa Nûçeyan a Hawarê, Ronahî TV, Ragihandina Ciwanan, Ragihandina Meclisa Sivîl a Reqayê, Radyoya Bîsan, Radyoya Sewt El-Şebab, Ragihandina  QSD`ê û Hêzên Ewlehaiya Hundirîn beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif rêziknameya yekîtiyê xwend. Her wiha Evîn behsa armanc û peywirên rojnamevanan di vê pêngava hese de ku herêm tê re derbas dibe, kir.

Evîn wiha domand: ``Bi armanca koordîneya di navbera hemû saziyên çapemeniyê de û giftûgokirina rola ragihandinê di avakirina civakê em bi hemû saziyên çapemeniyê re civiyan.``

Ji aliyê xwe ve hevserokê Ragihandina Azad Sîpan Can axivî û got: ``Bi destpêka Şoreşa Rojava re sazî hatin vekirin û hejmara rojnamegeran zêde bû. Ji ber wê hewcedarî bi avakirina yekîtiyek ku mafê rojnamegeran biparêze hebû. Ev maf hevpeymana civakî de ya rêveberiyên Bakurê Sûriyeyê weke qanûn hate rêzkirin.``

Di civîn de karê ragihandinê ya Reqayê û pirsgirêkên ku rastî rojnamevan tê hatin nîqaşkirin.

Piraniya pirsan têkildarî mercên endamtiya yekîtiyê û têkiliyên di navbera saziyên civakî û ragihandiniê de bûn.

Yekitiya Ragihandina Azad Konferansa xwe ya 4`emîn li bajarê Qamişloyê li dar xistibû. Di konferansê de gelek biryarên girîng têkildarî pêşxistin û berfirehkirina xebatên yekitiyê hatin girtin. Jê vekirina şaxên yekîtiyê li herêmên ku nû hatine rizgakirin weke Minbic, Reqa û Tebqa.

(şx)

ANHA