QSD’ê encama 24 saetên dawîn a Şerê Tunekirina Terorê ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama 24 saetên dawîn a qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand.

QSD’ê encama 24 saetên dawîn a Şerê Tunekirina Terorê ragihand
24 îlon, 2018   12:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 11'ê vê mehê de qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê "Şerê Tunekirina Terorê" da destpêkirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê encama şerên 24 saetên dawîn ên li dijî DAIŞ'ê ragihand.

Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:

Aliyê Baxoz / El-Şeclê

- Li vê eniyê şer û pevçûn heta şevê din berdewam bûn. Çeteyên DAIŞ'ê hewl da êrîşan li dijî noqteyên hêzên me pêk bînin. Şervanên me li hemberî van hewldanan derketin û êrîşên çeteyan bê bandor kirin. Fermandariya vê eniyê ragihand ku 5 çete hatine kuştin û hejmareke çekên çeteyan hatine desteserkirin.

- Îro serê vê sibê şervanên me li derdora gundê El-Şeclê hemleyeke paqijkirina bermahiyên çeteyan da destpêkirin. Şervan li gelek nuqteyan bi çeteyan re ketin nava pevçûnan. Di encamê de gelek xalên di bin dagirkeriya çeteyan de hatin rizgarkirin û gelek çete li van deveran hatin kuştin.

- Balafirên Koalîsyonê jî beşdarî pevçûnên duh û îro bûn û gelek deverên parastinê yên çeteyan hatin rûxandin. Topavêjan jî xalên ku çete tê de diman, armanc girtin.

Aliyê El-Sûsê / El-Şeclê

- Li vê eniyê şer û pevçûnên dijwar şevê din rû dan. Çeteyan hewl da êrîşî noqteyên hêzên me bikin. Şervanên me hewldana çeteyan têk şikand û ziyanên mezin bi çeteyan kirin. Der barê hejmara çeteyên hatine kuştin de agahî nehatin piştrastkirin.

- Îro serê vê sibê şervanên me pêşveçûna xwe li aliyê gundê El-Şeclê ji aliyê çepê ve berdewam kirin û nêzî kîlometreyekê paqij kirin. Li vir 10 xalên di destên çeteyan de bûn hatin rizgarkirin. Yekîneyên leşkerî yên girêdayî hêzên me bi dehan mayin bê bandor kirin.

- Balafirên koalîsyonê jî li vê eniyê beşdarî şer bûn û 5 êrîş li dijî tevgerên çeteyan pêk anîn û baregeheke fermandariya çeteyan rûxand. Balafiran her wiha embareke cebilxaneyê jî teqand.

Encamên dawîn

-Êrîşên ezmanî: 20

- Xalên hatine rizgarkirin: 28

-Kuştiyên çeteyan: 40 kuştî. Hin çeteyên din jî di pevçûnên cuda de hatin kuştin û hejmara wan nehat piştrastkirin.

-Bi dehan mayin hatin bêbandorkirin.

-Tuneleke çeteyan hate hilweşandin.

-Baregeheke fermandariya çeteyan û embareke cebilxaneyê hatin rûxandin û siwareyeke leşkerî hate teqandin.