Ji KCK`ê peyama sersaxiyê ji bo Îbrahîm Ayhan

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo parlamenterê berê yê HDP'ê Îbrahîm  Ayhan sersaxî xwest.

Ji KCK`ê peyama sersaxiyê ji bo Îbrahîm Ayhan
24 îlon, 2018   11:52

NAVENDA NÛÇEYAN

KCK'ê di daxuyaniya nivîskî de got: ''Welatparêzê demokrat ê hêja Îbrahîm  Ayhan ku jiyana xwe di ber têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurd de dayî ji ber nexweşiyeke bi dest xwe re çû ser dilovaniya xwe. Em sersaxiyê didine malbata wî ya hêja, dostên wî û hemû gelê Kurdistanê.''

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku xwîşka Ayhan ''Hevrê Riha' 1995'an li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û domand, ''Îbrahîm  Ayhan ji bo ku layiqî têkoşîna şehîdan bibe, ji bo daxwaza li azadiyê ya Kurdan bibe serî, li gel hemû zextan jî têkoşîneke mezin daye. Dema ku parlamenteriya Rihayê dikir jî mîna rêberekî rast ê gel têkoşîna xwe bênavber domandiye. Tim di nav gel de bûye, pêşengî ji têkoşîna gel re kiriye. Mêtingeriya qirker bi vê sedemê ew ji parlamenteriyê xistiye, qedexe li ser daniye ku derkeve derveyî Tirkiyê. Demokratê welatparêz ê hêja û rêberê gel Îbrahîm  Ayhan ji bo têkoşîna xwe bidomîne neçar maye ku derkeve derveyî Tirkiyê. Dîroka têkoşînê ya Îbrahîm  Ayhan, welatparêzê hêja yê demokrat û zexta ku dîtî, nîşan dide bê ka dewleta mêtingeriya qirker çawa nêzî siyasetmedarê demokrat ê Kurd û rêberên gel dibe.''

KCK'ê bi domarî got:''Îbrahîm  Ayhan li Siweregê, ku yek ji wan deveran e ku têkoşîna azadiya Kurd pêşî lê geş bûyî, hê di ciwantiya xwe de meyla xwe daye ser Tevgera Azadiya Kurd'' û domand, ''Li Siweregê ku xisletê gelparêz ê têkoşîna Hîlwan-Siweregê lê pir karîger bû, weke hemû ciwanên Siweregê û rewşenbîrên wê, bûye parçeyek ji têkoşîna azadiyê, heta hilma xwe ya dawî xizmet ji têkoşîna gelê Kurd re kiriye. Dilnizmiya wî û biryardariya wî ti caran wê neyê ji bîrkirin, têkoşîna wî û bêrîkirinên wî di nav têkoşîna azadiya Kurd de wê werin jiyîn.

Em soz didin ku bi geşkirina têkoşîna azadiyê û azadkirina Kurdistanê bersivê bidin Îbrahîm  Ayhan jî û yên ku ji bo azadiyê berdêl û ked dane jî.''