Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e

Şaredariya Gel a Tebqayê projeya sererastkirina kanalîzasyonê ya bajêr bi rêk û pêk didomîne. Tê payîn ku xebatên sererastkirinê di destpêka Mijdara bê de bi dawî bibin.

Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e
Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e
Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e
Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e
Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e
Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e
Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e
Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e
Sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê berdewam e
24 îlon, 2018   10:20

TEBQA

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê projeya sererastkirina 2.5 km ji kanalîzasyona bajêr û 2.5 km ji toreya ava vexwarinê ya bajêr di destpêka meha Tebaxê de dest pê kir. Şaredariyê heta niha bêtirî 937 metre sererast kir û xebatên xwe hê jî berdewam dike.

Şaredariyê her wiha 150 metre ji toreya kanalîzasyonê ya devera Çerxerêya El-Ecrawî sererast kir û 75 metre ya kolana Fabrîqeya Xawîlan sererast kir. Tê payîn di van du rojan de xebatên sererastkirinê li vê deverê bi dawî bibin.

Li Kolana El-Nehda jî bêtirî 100 metre ji toreya kanalîzasyonê hate sererastkirin û niha xebat ji bo guhertina boriyên tunelan tên meşandin.

Endamê Buroya Pîşeyî û koordînekarê projeya kanalîzasyonê ya girêdayî şaredariyê Ebdil Hemîd diyar kir ku heta giştî toreya kanalîzasyonê û ava vexwarinê yên Tebqayê tên sererastkirin, dê xebatên xwe berdewam bikin û tê payîn xebatên sererastkirinê di destpêka meha Mijdara bê de bi dawî bibin.

ANHA