‘Em ê heta ku Efrîn rizgar bibe têkoşînê bidomînin‘

Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê xwepêşandanek li dar xist.

‘Em ê heta ku Efrîn rizgar bibe têkoşînê bidomînin‘
‘Em ê heta ku Efrîn rizgar bibe têkoşînê bidomînin‘
‘Em ê heta ku Efrîn rizgar bibe têkoşînê bidomînin‘
‘Em ê heta ku Efrîn rizgar bibe têkoşînê bidomînin‘
24 îlon, 2018   10:18

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê li pêşiya navenda ciwanan a navçeyê kom û xwepêşandenek li dar xist.

Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên "Ji bilî berxwedanê tu rêyên me tune ne”, “Bijî berxwedana Efrînê” û pankartên şermezarkirina hovîtiya dagirkeran li Efrînê hatin hildan.

Xwepêşandan ji navenda ciwanan dest pê kir û li Qada Şehîdan veguherî mitîngê.

Ji rêveberên Meclisa Kantona Hesekê Daûd Hac Elî di mîtîngê de axivî û destnîşan kir ku dê her tim têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku Efrînê rizgar bikin. Her wiha diyar kir ku ew tu carî dest ji mafê vegerandina şêniyan li Efrînê bernadin.

Di dawiyê de Hac Elî got divê êdî hêzên navdewletî der barê komkujiyên li Efrînê çêdibin de bê deng nemînin, her kes behsa Idlibê dike tevî ku tu tişt li wê derê heta niha tune ye.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(bx)

ANHA