Moskov piştî xistina balafira wê hin tedbîran werdigire

Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şiyogo ragihand ku welatê wî sê gavên girîng ji bo parastina leşkerên xwe yên li Sûriyeyê avêtine, nemaze piştî ku balafira wê di hefteya borî de li hemberî berava Sûriyeyê hate xistin.

Moskov piştî xistina balafira wê hin tedbîran werdigire
24 îlon, 2018   11:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şiyogo îro ragihand ku Moskov sê gavên girîng ji bo parastina leşkerên xwe yên li Sûriyeyê avêtine û tedbîr wergirtine, nemaze piştî ku balafira wê IL-20 di hefteya borî de li hemberî berava Sûriyeyê hate xistin.

Li gorî Şiyogo di nava van tedbîran de dê sîstema parastina ezmanî S-300 a Rûsyayê dê di van du hefteyan de radestî Sûriyeyê bike û dê navendên fermandariya hêzên ezmanî yên girêdayî rêjîmê bi sîstemên otomatîk amade bike ku tenê li ba artêşa Rûsyayê heye. Her wiha dê tevlihevkirina kehromagnatîs belav bike da ku peywendiyên bi satalaytan û balafiran re neyê tevlihevkirin.

Şiyogo careke din berpirsyariya xistina balafirê xist stûyê Îsraîlê. Şiyogo got ku ev tedbîr bi erêkirina serok Viladimîr Pûtîn re pêk tên.