‘Mercê serkeftina komîteya destûra nû beşdarbûna hemû pêkhateyan e’

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê  şaxê Minbicê Salih Hac Mihemed tekez kir ku ji bo serketina komîteya ji bo destûreke nû ya Sûriyeyê, divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê cihê xwe di nava komîteyê de bigirin.

‘Mercê serkeftina komîteya destûra nû beşdarbûna hemû pêkhateyan e’
21 îlon, 2018   08:27

ŞERÎF EBO / MINBIC

Avakirina komîteyeke biçûk ji bo destûra Sûriyeyê ya nû ku ji aliyê nûnerê navneteweyî Steffan de Mistura ve li qada navneteweyî tê birêvebirin, bûye rojev. Tê payîn komîte ji nûnerên Misr, Urdun, Erbistana Siûdî, Brîtanya, Fransa û DYA`ê pêk were.

Heta niha hewldanên avakirina komîteyê û avakirina destûrekê tu encam negirtiye. Ji aliyekî din ve jî vexwendname ji bo gelê Bakurê Sûriyeyê nehatiye şandin da ku ew jî tev li komîte û destûra Sûriyeyê bibe.

Têkildarî mijarê, serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Minbicê Salih Hac Mihemed got ger komîte nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê neke û pêkhateyek jî were paşguhkirin, dê komîte têk biçe. Hac Mihemed bi lêv kir ku jiyana azad ji mafê hemû gelê Sûriyeyê ye.

Avakirina destûreke nû pêwîstiyek e

Salih Hac Mihemed bal kişand ser girîngiya avakirina destûreke nû ji bo Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Em wek Partiya Sûriyeya Pêşerojê avakirina destûreke nû ji bo Sûriyeyê pêwîstî dibînin. Sûriye di 50 salên derbasbûyî de, bi destûreke ku tenê ji bo çînekî kar dikir, dihate birêvebirin. Nemaze Sûriye wekî Komara Sûriyeyê ya Erebî tê naskirin, di vir de ne ku em dixwazin pêkhateya Ereb înkar bikin, rast e ew jî rêjeya herî mezin e, lê pêwîst e pêkhateyên din cihê xwe di destûra Sûriyeyê de bigirin.”

Salih tekez kir ku di komîteya avakirina destûrê de pêwîst e muxalefeta rasteqîn a ku di avakirina destûrê de pispor e, cih bigire û wiha dewam kir: “Pêwîst e di vê komîteyê de, kesên ku ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê kar dikin, ne ji bo aliyên derve, cihê xwe bigirin. Bi gotineke din hêzên siyasî ku wê komîte ji wan were avakirin, parastina yekitiya axa Sûriyeyê bike.”

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Minbicê got pêwîst e di destûra nû de mafên hemû pêkhateyan werin parastin û dîktatorî bi dawî bibe. Hac Mihemed wiha got: “Di destûra nû de, pêwîst e erkên serokkomar û serokwezîr werin diyarkirin. Her wiha azadî were mîsogerkirin û koçberên derveyî welat vegerin Sûriyeyê û tev li biryarên ji bo Sûriyeyê bibin.”

Salih Hac Mihemed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa dosyaya girtiyan û ev tişt got: "Dosyaya girtiyan û kesên windabûyî yek ji dosyayên herî mezin e ku li benda çareseriyê ye. Gelo ew hejmara mezin a windayî û girtî niha li ku ne? Sax in an jî mirî ne? Çarenûsa wan heta roja îro ne diyar e. Ji aliyekî din ve jî pêwîst e saziyên ewlekariyê werin şopandin.”

Divê destûra nû ji aliyê gelê Sûriyeyê ve were pejirandin

Hac Mihemed da zanîn ku divê gelê Sûriyeyê destûra nû erê bike û ev yek jî di bin sponseriya mecliseke navneteweyî û garantorên navdewletî be û wiha pê de çû: “Hin aliyên li Sûriyeyê girêdayî berjwendiyên derve ne û vê destûrê qebûl nakin. Ji bo pêkanîna vê destûrê li ser rûyê erdê, dive qanûnek hebe.”

Salih Hac Mihemed wiha got: "Ji bo ev komîte jî wekî yên berê têk neçe, divê ji aliyê dewletan ve bi awayekî cidî were dîtin.”

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Minbicê Salih Hac Mihemed di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku mercê biserketina komîteya ji bo destûreke nû ya Sûriyeyê, divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê cihê xwe di nava komîteyê de bigirin.

(kc)

ANHA