Bi destê xwe parastina çanda kurdî dike

Bi rêya jinûveavakirina tiştên kevn ên ku çanda kurdî diyar dikin ve li hember windabûyinê parastina çanda kurdî dike.

Bi destê xwe parastina çanda kurdî dike
Bi destê xwe parastina çanda kurdî dike
21 îlon, 2018   09:11

SILAVA ABDULLREHMAN / QAMIŞLO

Di nava dîrokê de rola jinan di parastina çandan da roleke serekeye. Bi taybet jinên Kurd di parastina çanda kurdî de pêşengtî kirine.

Jina bi navê Nesrîn Sadûn jî (33), ku ji navçeya Amûdê ye, zewicî ye û dayika 3 zarokan e. Ew jî niha vê kevneşopiya ku jinên kurd, rixmê berdêlên mezin bi pêşxistine, berdewam dike.

Dikana wê li rex mala wê ya li navçeya Amûdê ye. Nesrîn ji beriya 5 salan ve karê destan dike. Tiştên kevn ji nû ve çêdike.

Berên kevn, nû dike

Nesrîn ji dayika xwe fêrî karê destan bû. Berên kevn dikire, ji nû ve wan ava dike û nû dike. Her wiha çenteyên destan çêdike û tiştan ji bo xemilandina malan jî çêdike. Nesrîn di neqşê de gelek cureyên ta bi kar tîne û vê yekê jî li gorî cureya xemilandinê diyar dike.

Nesrîn rojane ji 4 – 6 saetan kar dike û her parçeyekê çêdike 2-3 rojan pê ve dimîne.

Nesrîn karê xwe di 4 pêşangehên li Şamê û pêşengeha “bi hevre ji bo Amûdê” de pêşkêş kir. Di Mîhrîcana 3`yemîn a Çand û Hunera Jina Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, hate xelatkirin. Her wiha Nesrîn tiştên ku çêdike difiroşe kesên biyanî yên serdana Rojava dikin.

‘Erka min parastina çand û hunera kurdî ye’

Nesrîn destnîşan kir ku wê beşa hunerê xwendiye da ku bikare qebîliyeta xwe bi kar bîne. Sedema herî girîng ku hişt Nesrîn behreya (qebîliyet) xwe bi kar bîne, ew e ku parastina çand û hunera kurdî ji belavbûnê bike.

Di vê çarçoveyê de Nesrîn got sîstemên ku berê bajar bi rê ve dibirin, yek çand belav kirin û çandên din bin pê kirin û wiha pê de çû: "Erka min e ku ez parastina çanda kurdî bikim."

Nesrîn di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku parastina çanda xwe bikin û li hemberî sîstemên ku dixwazin yek çandê belav bikin, bisekinin.

(bx)

ANHA