Serokê Vîetnamê Tran Dai Quang koça dawîn kir

Îro serê sibehê serokdewletê Vîetnamê Tran Dai Quang (61) jiyana xwe ji dest da.

Serokê Vîetnamê Tran Dai Quang koça dawîn kir
21 îlon, 2018   07:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Vîetnamê ragihand ku serokê Vîetnamê Tran Dai Quang (61), îro sibehê ji ber nexweşiyeke giran tevî hewldanên bijîşkan di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Tran Dai Quang di 12'ê Cotmeha 1956’an de li bajarê Ninh Binh li bakurê Vîetnamê hatiye dinê û di destpêka karê xwe yê pîşeyî de li Wezareta Karên Hundirîn a welêt kar kir, paşê derbasî Wezareta Ewlekariya Giştî bû û di sala 2016'an bû serokdewletê Vîetnamê.

(jo)