Şaredariya Gel a Dirbesiyê bi hatina zivistanê re xebatên xwe xurt dike

Şaredariya Gel a Dirbesiyê ya kantona Hesekê ji bo pêşwazîkirina demsala zivistanê dest bi pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê kir.  

Şaredariya Gel a Dirbesiyê bi hatina zivistanê re xebatên xwe xurt dike
Şaredariya Gel a Dirbesiyê bi hatina zivistanê re xebatên xwe xurt dike
Şaredariya Gel a Dirbesiyê bi hatina zivistanê re xebatên xwe xurt dike
21 îlon, 2018   07:49

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Bi hatina zivistanê re Şaredariya Gel a Dirbesiyê ya kantona Hesekê li bakurê Sûriyeyê ji bo derbaskirina pirsgirêkan gelek xebatên xizmetguzariyê û projeyan dimeşîne.

Wek gavên yekemîn şaredariyê dest bi sererastkirina hemû rêyên navçe, bajarok û gundan kir û rêyên pêwîst qîr kirin.

Her wiha şaredarî toreyên kanalîzasyonê yên navçe, bajarok û gundan sererast dike. Bi armanca derbaskirina pirsgirêkên kombûna avê li taxan û malên welatiyan gelek rogar ava kirin.

Her wiha Şaredariya Gel a navçeya Dirbesiyê bi hevkariya komînên navçe, bajarok û gundan ji bo peydakirina pêwîstiyên xebatên çandiniyê dê madeya mazotê li cotkaran belav bike. Li gorî hevserokên komînan madeya mazotê li gorî girtina rêzegirtekan dê were belavkirin. Destpêkê navên cotkaran, rûbara zeviyên çandiniyê yên bejahî (dêmî) û avî dê werin tomarkirin. Her wiha dê madeya mazotê li şêniyan jî were belavkirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Dirbesiyê Mihemed Salih Xelî wiha got: “Em wek saziyek xedemî, ji bo xizmeta gelê xwe û bi derfetên xwe yên heyî dixebitin.”

(şx)

ANHA