Sala nû ya perwerdeyê di odeyeke biçûk de dest pê kir

Zarok û şêniyên gundê Qurtube yê gundewarê bakurê Reqayê bang li Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê kir ku cihekî ji bo wan peyda bikin da ku xwendina xwe dest pê bikin.

Sala nû ya perwerdeyê di odeyeke biçûk de dest pê kir
21 îlon, 2018   07:20

XALID EL-CUMA / REQA

Di destpêka sala perwerdê ya nû de zarokên gundê Qurtuba yê gundewarê bakurê Reqayê bê cihê fêrkirinê mane. Lê ji ber israra xwe ya fêrkirinê li ser erdê û di bin tavê de sala perwerdeyê ya nû dest pê kirin.

Ev pirsgirêk hîna di sala borî de hebû. Ji ber nebûna dibistanekê yan jî cihekî ku perwerdeya xwe lê bibînin. Welatiyekî ji gund bi dilxwazî mala xwe da zarokan da ku perwerdeya xwe bibînin.

Lê îsal welatî mala xwe firot. Ji ber wê zarok bê cihê perwerdeyê man.

Gundê Qurtube li bakurê Reqayê ye. Di gund de nêzî 100 şagirt hene. Şagirtên gundê Qurtube, ne mîna herêmên din dest bi sala perwerdeyê ya nû kir.

Ji ber nebûna cih, zarokan sala perwerdeyê ya nû di odeyekê de ku ji bo perwerdekirinê ne guncaw e û wan ne ji germê û ne ji sermayê diparêze, dest pê kirin. Lê ruxmî wê jî zarok bi coş û kelecan hewl didin bersîva pirsên mamoteyên xwe bidin.

Her du şagirtin bi navên Sacîde û Dua diyar kir ku ew bi hewcedariya dibistanekê ne. Di zivistanê de dê ew nikaribin di kolanan de waneyên xwe bibînin.

Têkildarî mijarê endamê komîna gund Mihemed El-Hemîd wiha got: “Em dixwazin zarokên me fêr bibin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê me bi dilxwazî qadek ji bo dibistanê diyar kir û em ji zû de daxwaze dibistanekê dikin lê aliyên têkildar daxwaze me paşguh kirine.”

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê di 16`ê Îlonê de dest bi sala perwerdeyê ya nû kir.

(şx)

ANHA