Jinên Reqayê: Piştî naskirina felsefeya Ocalan me azadî jî nas kir

Hejmarek jinên karmend ên sazî û meclisên sivîl ên Reqayê destnîşan kir ku wan piştî naskirina fikr û felsefeya Ocalan wateya azadiyê ya rastîn jî fêm kiriye. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku tecrîdê rakin û Ocalan azad bikin.

Jinên Reqayê: Piştî naskirina felsefeya Ocalan me azadî jî nas kir
21 îlon, 2018   07:08

RUBA EL-ELÎ / REQA

Fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav cîhanê de belav bû, ji ber wê û bi armanca rêgirtina li ber belavbûna fikrên wî di Rojhilata Navîn de dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser ferz dike. Lê hemû armanc û planên dewleta Tirk têk çûn. Ji ber ku gelan fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeh.

Jinên Reqayê jî piştî naskirina fikr û armancên Ocalan bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku tecrîdê rakin û wî serbest berdin.

Bi tecrîdê dixwazin rê li ber belavbûna fikrên Ocalan di nav gelên Rojhilata Navîn de bigirin

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Reqayê Zelîxe Ebdî destnîşan kir ku wan wek jinên Reqayê piştî naskirina fikrên Ocalan wateya azadiyê ya rastîn fehm kiriye. Fikrên Ocalan azadiya jinan û bidestxistina mafên wan armanc dike û wiha pê de çû: “Fikrên Ocalan yên ronî hişt ku em bi çêja azadiyê piştî salên tarîtiyê û çewisandina mafan bihesin.”

Her wiha Zelîxe diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk ji ber belavbûna fikrên Ocalan di hemû Rojhilata Navîn de ditirse, ji ber wê tecrîdê lê ferz dike û wiha domand: “Em ji daxwaza azadiya Ocalan gav paşde naavêjin. Ji ber ku ew lîderê yekemîn e ku ji bo azadiya jinan tê koşiyaye.”

Di dawiyê de Zelîxe wiha got: “Divê rêxistinên mirovî û hiqûqî tecrîdê rakin û Ocalan serbest berdin.”

Dewleta Tirk ji avakirina civakeke demokratîk ditirse

Endama Komîteya Aborî Buseyna El-Xelef xuya kir ku dewleta Tirk ji ber tirsa xwe ji belavbûna fikrên azad û demokratîk û avakirina civakeke demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û azadiya jinan, dûrî fikrên kapîtalîzmê ku dewletên desthilatdar mîna wê, tecrîdek giran li ser Ocalan ferz kiriye.

Têkildarî heman mijarê endama Meclisa Jinan Xewle El-Îsa tekez kir ku jinên Bakurê Sûriyeyê rêya Ocalan a azadiya jinan armanc dike, dişopînin. Di dawiya axaftina xwe de Xewle destnîşan kir ku bêdengiya rêxistinên navdewletî li hemberî kirinên dewleta Tirk, hevkariya wê bi Tirkiyê re diyar dike. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku rêberê neteweya demokratîk Ocalan serbest berdin.

(şx)

ANHA