Kevintirîn gundên Herêma Cizîrê

Dîroka deverên herêma Cizîrê gelekî kevnar e. Gelek gundên kevnar ku dîroka wan digihîje serdemên cuda li Cizîrê hene. Yek ji wan gundan, gundê Sêkur Ihêmer e. Li gorî şandeya japonî ku li girê dîrokî lêkolîn kirine, dîroka gund digihîje Serdema Kevir a Nû.

Kevintirîn gundên Herêma Cizîrê
Kevintirîn gundên Herêma Cizîrê
Kevintirîn gundên Herêma Cizîrê
Kevintirîn gundên Herêma Cizîrê
Kevintirîn gundên Herêma Cizîrê
21 îlon, 2018   07:32

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Gira Sêkur El-Ihêmer ku dikeve ser beravê rastê yê çemê Xabûr, 7 km li rojavayê navçeya Til Temirê, 47 km bakurê rojavayê Hesekê ye. Gir di teşeya hêkî de ye.

Li gorî serokê şandeya japonî ya zanîngeha Tokyoyê Yoshihiro Nishaki dîroka gir vedigere 8 hezar sal beriya zayînê. Bi vê yekê Sêkur El-Ihêmer dibe kevntirîn gundên herêma Cizîrê. Her wiha ji Girê Helef ê dîrokî yê devera Serê Kaniyê yê ku dîroka wî vedigere 3 hezar sal beriya zayînê, kevntir e.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Daîreya Parastina Şûnwaran a bajarê Hesekê Sîpan Ismaîl wiha got: “Nêzî hezar û 200 girên dîrokî li kantona Cizîrê hene. Heta niha xebatên lêkolîn û vekolînê tenê di 30 giran de hatin meşandin. Ji ber wê mirov nikare texmîn bike ku gundê Sêkur El-Ihêmer ê herî kevnar e, dibe ku di demên pêş de gundên jê kevntir derkevin.  

Her wiha Ismaîl destnîşan kir ku girîngiya gund ji ber nêzîkbûna wê ji çemê Xabûr tê û her wiha ji ber ku dikeve bakurê şaristaniya Mezopotamyayê (yekemîn navendên şaristaniyê yên cîhanê).

Çanda gir girêdayî çanda çiyayên Torosê ye

Lêkolîner û rêveberê şûnwaran ê Helelê yê berê Yûsif Kenco di pirtûka xwe de (Ji sed cihên dîrokî yên Sûriyeyê) tekez dike ku ji ber şêwazên avahiyên ku li gir hatine vekolandin, çanda gir bi çanda çiyayên Torosê ve girêdayî ye.

Di sala 1991`yan de girê Sêkur El-Ihêmer ji aliyê şandeyek firansî hate vedîtin û belgekirin. Yanî beriya xebatên şandeya japonî di sala 2000’î de.

Heta niha bi rêjeya ji sedî 30 gir hatiye vekolînkirin

Têkildarî mijarê endama Daîreya Parastina Şûnwaran a Hesekê Rewşen Hec Elî dibêje: “Ji ber ku xebatên vekolînê di dema şer de tên rawestandin, niha tenê em xebatên parastina şûnwaran dikin.”

Her wiha diyar kir ku heta niha bi şandeya ku li gir xebatên vekolînê meşandine re negihaştina wan. Lê ew her sal wêneyên gir dikşînin da ku guhertinên ku rû didin bişopînin. Rewşen destnîşan kir ku şandeya Japonî bi rêjeya ji sedî 30 gir vekolîn kirine.

Tiştên ku li gir hatine vedîtin

Li gorî agahiyên ku li ser enternetê hatine belavkirin û ajansa me jê piştrast bû, şandeya Japonî avahiyên ku vedîtine vedigere hezar sala heftan beriya zayînê û her wiha gelek alavên kevn ên nêçîriyê û alavên malan ku dîroka wan vedigere 4500-3100 B.Z.

(şx)

ANHA