YPG: Li Efrînê 4 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Efrînê 4 çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

YPG: Li Efrînê 4 çete hatin kuştin
20 îlon, 2018   10:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên Berxwedana Serdemê ya Efrînê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê berdewam dikin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Efrînê 4 çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de hêzên me çalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, didomînin. Di 19’ê Îlonê de di çalakiyên ku li navçeyên Cindirês û Şiyê yên ser bi Efrînê ve hatin lidarxistin de 4 çete hatin kuştin.

Di roja 19’ê Îlonê de hêzên me li gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê çeteyên girêdayî koma Ehrar el-Şam hedef girtin û bi bandor lê da. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: İbrahîm el-Rabîa (Hama), Atta El-Musa (Hama).

Di heman rojê de yekîneyên me li gundê Hekîçê yê navçeya Şiyê ya ser bi Efrînê ve li hemberî 2 çeteyên girêdayî koma bi navê Lîwa el-Waqas çalakiya kêmînê pêk anî. Di encama çalakiyê de her du çete hatin kuştin û çekeke MG3 hate desteserkirin.

ANHA