Alavên zivistanê li malbatên xizan hatin belavkirin

Meclisa Sivîl a Reqayê bi nêzîkbûna zivistanê re sobe li malbatên xizan ên li taxa Nehdayê belav kirin.

Alavên zivistanê li malbatên xizan hatin belavkirin
Alavên zivistanê li malbatên xizan hatin belavkirin
Alavên zivistanê li malbatên xizan hatin belavkirin
20 îlon, 2018   11:19

REQA

Bi nêzîkbûna zivistanê re Meclisa Taxa Nehdayê bi rêka komînan hejmara malên xizan li taxê ji bo belavkirina alîkariyê diyar kirin. Hejmara malbatên xizan wek 700 hate diyarkirin û li taxên Huriye, Firat û Tewsiyê hatine belavkirin.

Awayê belavkirinê bi rêka buroya kar û barê minezematan li dibistana Ebî Temam li taxa Nehda hate kirin, hejmara sobiyan 700 herwiha hejmarek ji alavên eliktirîkê, lemba û gelek pêdiviyên malê bûn.

Hevseroka Meclisa Taxa Nehdayê Weid El-Hemûd wiha got. "Piştî vegera welatiyan li mala xwe, me malên muhtac û xizan jimartin û li gorî wê me pêdivî belav kirin û heta dawiyê em ê alîkariya welatiyan bikin. Bi rêka jimartina malan a rêxistinên alîkar bi meclisê re, em ê mazotê li welatiyan belav bikin û hewl didin zehmatiya ku welatî dibînin kêm bikin."

ANHA