Xizmên şehîdan: Paqijî erka her kesî ye

Endamên Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan bi coşeke mezin û kêfxweşî bi hev re hemleya paqijkirina bajarê Kobanê berdewam dikin.

Xizmên şehîdan: Paqijî erka her kesî ye
Xizmên şehîdan: Paqijî erka her kesî ye
Xizmên şehîdan: Paqijî erka her kesî ye
Xizmên şehîdan: Paqijî erka her kesî ye
Xizmên şehîdan: Paqijî erka her kesî ye
Xizmên şehîdan: Paqijî erka her kesî ye
20 îlon, 2018   10:44

KOBANÊ

Tê zanîn ku dayik û bavên şehîdan her Pêncşem serê sibehê dadikevin nava kolanên Kobanê û kolan bi kolan bi kêfxweşî û gotina stranan kolanên bajêr paqij dikin.

Der barê mijarê de dayika şehîd Perwîn, Medîna Elî axivî û wiha got: "Di vê rojê de em koçber bûn û em ji bajarê xwe derketin lê bi saya şehîdan û bi xwîna şehîdên xwe em careke din vegeriyan Kobanê û bi vê minasebetê me xwest em bajarê xwe paqij bikin."

Medîna di dawiya axaftina xwe de bang li sazî û kesan kir kû paqijiya bajarê xwe ji erka xwe bibînin.

Her wiha rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman jî wiha got: "Em her Pêncşem dadikevin nava bajarê Kobanê û em bajarê xwe paqij dikin. Armanca me ew e ku her kes bi xwe bajarê xwe û kolanên xwe paqij bike û ji bo ku bajarê şehîdan her dem paqij bimîne û ji her kesî re bibe mînak."

Silêman da zanîn ku  dema welatî dibînin ku dayik û bavên şehîdan paqijiyê dikin, ew jî tên alîkariya wan dikin. Silêman axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Silogana me ew e ku pêwîst e her kes bi erka xwe rabe û bajarê lehengan, bajarê ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, paqij bikin."

ANHA

(sn-de)