Cenazeyê Mihemed El-Xelef hate oxirkirin

Şêniyên gundê Ebû Xeşeb û gundên derdora wê cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed El-Xelef ku di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" li dijî çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû, li Goristan Şehîd Xidir El-Hemade oxir kir.

Cenazeyê Mihemed El-Xelef hate oxirkirin
Cenazeyê Mihemed El-Xelef hate oxirkirin
Cenazeyê Mihemed El-Xelef hate oxirkirin
Cenazeyê Mihemed El-Xelef hate oxirkirin
20 îlon, 2018   10:25

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundê Ebû Xeşeb û gundên rojavayê Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed El-Xelef (Şemis) ku di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade oxir kir.

Cenazeyê şehîd ji deriyê têketina hundirîn a gundê El-Mekmen hate wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Xidir ve ket rê.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên Polîsên Leşkerî ve hate lidarxistin. Paşê yek ji fermandarên QSD`ê Ebû Îslam axivî û soz da hemû dayikên şehîdan ku ew tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin û dê tola wan rakin. Ebû Îslam destnîşan kir ku dê heta dawiyê di pêngava dawîn a li dijî çeteyên DAIŞ`ê de şer bikin da ku ji hemû cîhanê re tekez bikin ku dê bajarokê Hecîn ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Her wiha endama Mala Jinan a El-Cezrat Xedîce El-Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku şehîdan ji bo azadiya gelan canê xwe kir da ku gelê wan bi saya têkoşîna wan ber bi azadiyê ve biçe.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Mihemed El-Xelef di nava dirûşm û tilîliyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA