Şandeya Îsraîlê ketina balafira Rûsyayê li Moskovê gotûbêj dike

Îro şandeyeke artêşa Îsraîlê bi serokatiya fermandarê Hêzên Ezmanî Îmîkam Nûrkîn serdana Moskovê dike û dê encamên lêkolîna ku artêşa Îsraîlê der barê xistina balafira Rûsyayê de li hemberî berava Sûriyeyê pêk aniye, pêşkêş bike.

Şandeya Îsraîlê ketina balafira Rûsyayê li Moskovê gotûbêj dike
20 îlon, 2018   10:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke artêşa Îsraîlê bi serokatiya fermandarê Hêzên Ezmanî Îmîkam Nûrkîn îro serdana Moskovê dike û encamên lêkolîna ku artêşa Îsraîlê der barê xistina balafira Rûsyayê de ku ji aliyê hêzên parastina ezmanî ya Sûriyeyê ve li hemberî berava Sûriyeyê hatiye xistin, pêk aniye û belgeyên girêdayî wê pêşkêş bike.

Tilevîvê tawanbariyên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê bikaranîna balafira Îsraîlê ya F-16 li derdora balafira Rûsyayê Il-20 da ku xwe ji sîstema parastina ezmanî ya Sûriyeyê veşêre, red kir.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de wiha hate gotin: "Şandeya ku serdana Moskovê dike dê wêneyên bûyerê ji hemû aliyan ve pêşkêş bike. Her wiha dê encamên lêkolîna ku artêşa Îsraîlê pêk aniye pêşkêş bike."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şandeya Îsraîlê dê belgeyan der barê hewldanên Îranê yên qaçaxtiya çekên stratejîk ji Hizbullah re û çespandina hebûna xwe ya leşkerî di Sûriyeyê de pêşkêş bike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê beriya niha ragihand ku ketina balafira Rûsyayê Il-20 di encama tedbîrên ne berpirsyar ên Îsraîlê de pêk hat û di encamê de 15 leşkerên Rûsyayê ku di balafirê de bûn, hatin kuştin.