Gundiyên El-Keçlê daxwaza alîkariyê dikin

Welatiyên gundê El-Keçlê yê girêdayî devera Keramê ya gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê daxwaz ji aliyên têkildar kir ku beriya hatina demsala zivistanê alîkariya welatiyan û cotkaran bikin.

Gundiyên El-Keçlê daxwaza alîkariyê dikin
Gundiyên El-Keçlê daxwaza alîkariyê dikin
Gundiyên El-Keçlê daxwaza alîkariyê dikin
Gundiyên El-Keçlê daxwaza alîkariyê dikin
Gundiyên El-Keçlê daxwaza alîkariyê dikin
20 îlon, 2018   09:47

FÎRAS TAWÎ / REQA

Welatiyên gundê El-Keçlê yê girêdayî devera El-Keramê ya Reqayê piştî ku ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, komîn û meclisên xwe ava kirin û jiyana xwe ji nû ve vejand. Welatiyan saziyên xwe yên xizmetguzarî jî ava kirin û binesaziya gundê xwe sererast kir.

Çeteyên DAIŞ'ê di serdema dagirkirina xwe li herêmê de kanala avdanê ya sereke hilweşand û rêya di navbera gund û devera El-Keramê û bajarê Reqayê de xirab kir. Çeteyan her wiha dibistana tekane ya di gund de hilweşand û niha xwendekar û şagirtên gund perwerdeya xwe di xaniyekî biçûk de dibînin.

Welatiyên gund bi rêya ajansa me ANHA'yê daxwaza alîkariyê ji aliyên têkildar kir û ji van aliyan xwest ku kanala avdanê were sererastkirin da ku cotkar karibin zeviyên xwe av bidin. Cotkaran hewl da bi kêmderfetên xwe sererast bikin lê tu encam jê nehatin wergirtin.

Cotkar niha lîtreya mazotê bi 100 lîreyên Sûriyeyê dikirin û bang li komîteyên alîkariyê yên sotemeniyê kir ku buhayê mazotê ji wan re erzan bikin da ku karibin wekî tê xwestin zeviyên xwe av bidin.

Welatiyan ji aliyên têkildar xwest alîkariya xwe di demeke lezgîn de beriya hatina demsala zivistanê pêk bînin.

ANHA