Îranê ji Neteweyên Yekbûyî xwest gefên Îsraîlê şermezar bike

Îranê ji NY û Konseya Ewlehiyê xwest gefên nukleerî yên Îsraîlê li dijî Îranê şermezar bike û bernameya nukleerî ya Îsraîlê bixe bin çavdêriyê.

Îranê ji Neteweyên Yekbûyî xwest gefên Îsraîlê şermezar bike
20 îlon, 2018   09:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Sefîrê Îranê yê li ba Netewên Yekbûyî (NY) Xulam Elî Xorşo peyamek ji sekretêrê giştî yê rêxistina navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya girêdayî wê re şand û tê de ji wan xwest gefxwarinên Îsraîlê li dijî Îranê şermezar bikin û bernameya nukleerî ya Îsraîlê bixe bin çavdêriya xwe.

Li gorî ajansa Reutersê sefîrê Îranê Xulam Elî Xorşo ji Netewên Yekbûyî xwest Îsraîlê neçarî beşdarbûna hevpeymana qedexekirina belavbûna çekên nukleerî bike û bernameya wê ya nukleerî bixe bin çavdêriya ajansa navneteweyî ya enerjiya nukleerî ya girêdayî NY’yê.