Jina welatparêz Fida Himêd jiyana xwe ji dest da

Fida Himêd kesayeta welatparêz ku bi hezkirina xwe ji doza Kurdan re dihat naskirin, koça dawîn kir.

Jina welatparêz Fida Himêd jiyana xwe ji dest da
20 îlon, 2018   08:17

QAMIŞLO

Şeva derbasbûyî kesayeta welatparêz Fida Himêd û dayika şehîd Silêman ku di 1991'an de tev li tevgera azadiya Kurdistanê bû û di 1993'yan de li Mêdîrdê şehîd bû, di 85 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê. Fida ji jinên destpêkê yên Ereb e ku di sala 1985'an de bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan û rêya Tevgera Azadiya Kurdistanê li navçeya Tirbespiyê nas kir.

Fida Himêd beşdarî hemû çalakiyên ku li herêmê beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê û piştî şoreşê dibû, li herêmê bi hezkirina xwe ji hemû şêniyên navçeya Tirbespiyê û têkoşîna wê ji bo doza Kurdan, dihat naskirin.

Îro welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê Fida li goristana gundê Hilo El-Şêx oxir kir.

ANHA