Hejmara koçberan ber bi kampa Îwa ve zêde dibe

Hejmara koçberên ku ji herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de direvin, zêde dibe. Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî li gorî derfetên xwe alîkariya wan dike.

Hejmara koçberan ber bi kampa Îwa ve zêde dibe
Hejmara koçberan ber bi kampa Îwa ve zêde dibe
Hejmara koçberan ber bi kampa Îwa ve zêde dibe
Hejmara koçberan ber bi kampa Îwa ve zêde dibe
Hejmara koçberan ber bi kampa Îwa ve zêde dibe
20 îlon, 2018   08:21

EMAR EL-XELEF – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Hejmara sivîlên ku ji herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de direvin, ber bi herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin ve, zêde dibe. Piraniya koçberan zarok, kalepîr û jin in.

Şêniyên wan herêman berê xwe didin kampa Îwa ya dikeve aliyê bakurê bajarokê Hecîn. Tevî tevgera koçberan di kampê de zêde ye jî, lê rewşa koçberan ji aliyê rêxistinên navdewletî û herêmî ve hatiye paşguhkirin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên kampa Îwa Mihemd El-Casim tekez kir ku di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi sedan sivîl ji bajarokê Hecîn derketin û berê xwe da aliyê bakurê bajarok.

El-Casim tekez kir ku Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gorî derfetên xwe alîkariya şêniyan dike.

Bi pêşketina şervanên QSD`ê ber bi aliyê rojhilatê bajarokê Hecîn ve da ku baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin, tevgera koçberan zêde bide.

(bx)

ANHA