Li Refih hêzên Îsraîlê zarokek kuşt

Li rojhilatê bajarê Refih ê başûrê Xezayê di encama gulebarana hêzên Îsraîlî de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li Refih hêzên Îsraîlê zarokek kuşt
20 îlon, 2018   08:07

XEZA

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ji herêmê diyar kir ku di encama gulebarana hêzên Îsraîlê de zarokê bi navê Îbrahîm Ebû Eyade (15) ji serê xwe birîndar bû û yekser ew rakirin nexweşxaneyê lê li wê derê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyan hêzên Îsraîlê gule bê ser û ber ber bi xwepêşanderan ve li rojhilatê Cebaliya bakurê Xezayê reşandin. Di encamê de 12 sivîl birîndar bûn.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku li herêma El-Wista jî şer derket û di encama wê de 13 sivîl birîndar bûn û rewşa yekî ji wan xeternak e.

Di saetên derengiya şevê de ciwanên Filistînê li dijî hêzên Îsraîlê derdikevin, ji wê jî li ser xeta sînor rewşeke awarte heye.

(bx)

ANHA