Navenda Lêkolînên Zanistî ya Hesekê çandiniyê bi pêş dixe

Navenda Lêkolînên Zanistî ya Hesekê ji bo pêşxistina çandiniyê li herêma Cizîrê gelek xebatan dimeşîne. Her wiha navendê piştî xebatên salekê pirtûkek ku nexşerêyeke çandiniyê li ser asta herêma Cizîrê dihewîne, amade kir. Di pirtûkê de ax di gelek aliyan de tê nirxandin.

Navenda Lêkolînên Zanistî ya Hesekê çandiniyê bi pêş dixe
Navenda Lêkolînên Zanistî ya Hesekê çandiniyê bi pêş dixe
Navenda Lêkolînên Zanistî ya Hesekê çandiniyê bi pêş dixe
20 îlon, 2018   08:01

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Ji bo pêşxistina çandiniyê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Hesekê xebatên perwerdekirina kadroyên çandiniyê û taqîkirina ax û hemû pêdiviyên girêdayî çandiniyê dimeşîne.

Axa çandiniyê, cihê xwezayî yê mezinbûna şînahiyan û hilberîna çandiniyê ye.  Ji bo wê  divê were parastin û neyê qirêjkirin. Ji bo parastina hilberînê divê ax bi awayekî asayî were taqîkirin.

Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Hesekê dabeşî du beşan dibe. Beşa laboratuarê ji bo taqîkirina av û axê û beşa din ji bo çandina daran û şopandina wê. Şêniyên herêma Cizîrê di asta yekemîn de debara xwe bi çandiniyê pêk tîne. Ji ber wê navendê û ji bo naskirina cureyên ax û kalîteya wê û hilbijartina dar û berhemên guncaw ji bo çandiniyê li herêma Cizîrê geriyan. 

Di encama lêkolînan de, navendê nexşerêyeke çandiniyê li ser asta herêma Cizîrê amade kir. Di nexşerêyê de bingeha axê, şor û tirşbûna axê, rêjeya karbonat kalsiyum û madeya fosfor hatin xuyakirin.

Di encamê de navendê pirtûkek bi navê `Broşura nirxandina zeviyên çandiniyê ya herêma Cizîrê` amade kir.

Di broşurê de encamên taqîkirina zeviyan di salekê de hatine diyarkirin.

Têkildarî mijarê endamê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Hesekê endezyarê çandiniyê Îmad Memî ji ajansa me re diyar kir ku nebicihanîna dewreya çandiniyê hişt ku berdariya axê şûnde here û bandoreke neyînî li ser hilberînê û encama hilberînê ya aborî kir. Ji ber wê divê çareserî ji van pirsgirêkan re bên dayîn. Ji aliyê xwe ve navendê di nav deverên herêma Cizîrê de geriyan û gelek nimûneyên axê û avê taqî kirin û piştre broşur li cotkaran belav kirin.

Her wiha Memî bang li aliyên têkildar kir ku desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bikin. Ji ber ku gelek zehmetiyên di aliyê aborî de dikişînin û her wiha diyar kir ku ew bi hewcedariya alavên çandiniyê û gelek pêdiviyên din in.

Di dawiyê de Memî diyar kir ku ew dê di navendê de beşa tovan aktîf bikin da ku nirxandinek li ser cureya tovên ku çandina wan li herêmê bi ser dikeve, bikin. Her wiha dê nirxandinê li cotkaran belav bikin û dê beşa nirxandina parastina nexweşiyên çandiniyê vekin.

(şx)

ANHA